Ji bo hevdîtina bi Leyla Guven re serlêdan hate kirin

Leyla Guven a ku ji ber tendirustiya xwe nikare hevdîtinê bike, parêzerên wê ji bo hevdîtina li qawîşê serlêdan kirin.

Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 71’emîn de ye.

Ji ber tendirustiya wê parêzerên Guven ji 10’ê Çileyê û vir ve nikarin wê bibînin. Parêzerên wê ji bo hevdîtina wê ya li qawîşê serlêdan kirin.

REWŞA WÊ GIRAN E

Parêzera wê Cemîle Tûrhalli Balsak got ku, “Vê sibehê krampên mîde, serêş û bêhalî pê re çêbûye.Nikare tiştên avî vexwe. Tansiyona wê bûye 8,5/5,5. Sibeh û êvaran tansiyona wê tê pîvandin. Ji ber ku rewşa wê giran e, ji bo em li qawîşê wê bibînin em serî li dozgeriya girtîgehê da.”