Ji bo Harûn ê hate qetilkirin û windakirin daxuyanî dan

Xizmên Winda û Şaxa ÎHDê ya Amedê, vê hefteyê li aqûbeta Îhsan Harûn ê j aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin û windakirin, pirsîn.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” di hefteya 650’emîn de çalakiya heftane lidar xistin. Ji ber şewba koronayê bi rêya online çalakî hat lidarxistin. Vê hefteyê li aqûbeta Îhsan Haran ê di 25’ê kanûna 1994’an de li navçeya Yenîşehîra Amedê ji aliyê kesên bêtêl di destê wan de hat revandin û carek din agahî jê nehat wergirtin pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Sedat Gorduk çîroka windakirina Haran xwend.

Gorduk diyar kir ku Haran di sala 1994’an de ji gundê Huseynik ê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve dima ji ber leşkeran bi ser gund de girt û şewitand, hatiye li Amedê bicih bû û di heman salê de li  Semta Çîftkapi ji aliyê polîsên bêtêl di destê wan de bû hatiye revandin.

Gorduk da zanîn ku ji bo Haran lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji ber tu encam jê derneketiye malbatê bi rêya ÎHD’ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê daye û ji bo windakirina Haran Tirkiye hatiye mehkûmkirin û biryar daye ku Tirkiye tazmînatê ji bo malbatê razîne.

Gorduk îtîfkarê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di sala 2009’an de tevî ku ji bo kirinên li bajarên herêmê li xwe mikûr hatiye jî û derbarê windakirina Haran de agahî dane jî lê dîsa tu agahî ji Haran nehatiye wergirtin. Gorduk got piştî vê lixwemikûrhatina Aygan malbata Haran gilî kiriye jî lê ev gilîkirin bêencam maye û hêj tu agahî ji Îhsan Haran nehatiye wergirtin.