Ji bo grevên birçîbûnê banga çalakiyan hate kirin

Navenda Giştî ya DBP'ê, ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, ku di roja 54. de ne, bang li rêxistinên xwe yên li bajar û navçeyan kir ku bi lezgînî çalakiyan lidar bixin.

Li ser grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger, ku li Girtîgeha Şakranê ketiye roja 54'an, Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bang kir.

Di daxuyaniya DBP'ê de hat gotin, "Şert û mercên li girtîgehan, piştî 15'ê Tîrmehê girantir bûn. Zext, îşkence û pêkanînên xerab li girtiyan tê kirin, bi rengekî ku rûmeta mirovan bişikînin, mafên mirovan tên binpêkirin. Hikumeta AKP'ê, ku zindanan ji bo tepisandina mûxalîfan weke amûrekê bi kar tîne, piştî 15'ê Tîrmehê şert û mercên li girtîgehan girantir kir û bi ferzkirina pêkanînên rûmetşikandinê re hewl dide vîna girtiyan bişikîne.

Li dijî polîtîkaya bêrûmetkirin û teslîmgirtinê, ku AKP li hundir û derve ferz dike, nêzî du meh in li zindanan girtiyên Kurd û dostên wan di nava şert û mercên herî giran de bi bedena xwe şerê herî mezin ê îradeyê dimeşînin. Xeta berxwedanê ya siyasetmedar û girtiyên Kurd ku bi salane di her qonaxa têkoşîna azadiyê de dimeşînin, ji Mazlûm û Kemalan heta hevalên me yên îro li dehan girtîgehan bedena xwe dane ber mirinê, li dijî polîtîkayên teslîmgirtinê, erka xwe ya berxwedana bi heybet û bi rûmet, her tim bi cih aniye. Careke din bi îradeya xwe nîşan dan, ku li dijî polîtîkayên teslîmgirtinê, li her cihî di nava her şert û mercê de dikarin li ber xwe bidin.

Siyasetmedar û girtiyên Kurd ên dîl hatine girtin, ev 54 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawîanîna li pêkanînên rûmetşikandinê yên li girtîgehan û ji bo sererastkirina şert û mercên li girtîgehan, di greva birçîbûnê de ne. Her roj bi dehan girtî ji bo piştgiriyê dikevin greva birçîbûnê. Girtiyên li Girtîgeha Şakranê ku ewilî dest bi greva birçîbûnê kirin, rewşa wan giştiye qonaxa xetere ku gefê li jiyana wan dixwe. Ji niha ve gelek girtî ji qonaxa xetere derbas bûne.

Eger xwedî li çalakiyên li girtîgehan neyê derketin û li dijî van polîtîkayên qirêj ên AKP'ê li her qadê berxwedaneke xurt neyê nîşandan, dibe ku encamên qet nayê xwestin rû bidin. Rêxistinên me yên bajar û navçeyan, bêyî bisekinin divê çalakiyên demokratîk bi rêxistin bikin û pêk bînin. Pêwîste ev çalakî heta bicihhatina daxwazên hevalên me yên girtî û bidawîbûna grevên birçîbûnê, dewam bikin."