Ji bo girtiyên Behdînan banga lezgîn

Hat ragihandin ku yek ji aktivîstên li Girtîgeha Hewlerê girtî û ev demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ye ji ser hişê xwe çûye. Nûnerê Girtiyên Behdînan Ayhan Seîd banga hişyariya lezgîn kir.

Nûnerê Girtiyên Behdînan Ayhan Seîd têkildarî rewşa girtiyên Behdînan û 5 aktivîstên girtî yên Şêladizê ku 1 sal û 4 meh in li Girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê girtî ne, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku girtiyan îro bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne û girtiyek ev demeke dirêje di greva birçîbûnê de ye ji ser hişê xwe çûye û rewşa girtiyên din jî giran e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku girtiyên rewşa wan giran ji malbatên xwe re wesiyet kirine.

Nûnerê Girtiyên Behdînan Ayhan Seîd bang hestiyariyê li raya giştî kir û got: “Rewşa girtiyan gelek krîtîk e. Divê ji bo girtiyan lezgîn tişek were kirin. Li dijî girtiyan gelek binpêkirinên mafan tên kirin. Hêzên ewlehiyê îşkenceyê li girtiyan dikin û dîmenê wan dikişînin. Destûr nayê dayîn ku parêzer wan bibînin. Di lêpirsînê de îfadeyên wan bi zorê tên guhertin û li wan didin îmzekirin.“