Ji bo girtiyê nexweş Yazici yê hatî qetilkirin, mewlîd hat dayîn

Ji bo girtiyê nexweş Bişar Yazici ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, mewlîd hat dayîn. Di axaftinên hatin kirin de ev peyam hat dayîn: “Em bibin dengê girtiyan. Eger em bêdeng bimînin, roj be roj em ê kêm bibin.”

Bişar Yazici (52) zêdetirî 2 sal bûn li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin. Yazici yek ji girtiyên nexweş bû û piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bûy, di 23’yê Hezîranê de sewqî Nexwexşaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hate kirin. Yazici, di 8’ê Tîrmehê de jî jiyana xwe ji dest da. Ji bo Yazici, li Taxa Ergalî ya navçeya Qelqelî ya Wanê mewlîd hate dayîn. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepğên Kesk, Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşla Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulderen Varli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û gelek kesên din tevlî mewlîdê bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyun ewil sersaxî ji bo malbatê xwest û wiha got: “Heta ku em li hemberî zilm, neheqî û tecrîdê bêdeng bin, dê hejmara me roj bi roj kêmtir bibe. Belê, em li hemberî zilmê serî natewînin û paşvegav navêjin lê dê hejmara me kêm bibe. Bêdengî, mirin e. Bêdengî, dibe sedema zêdebûna zilm û zextê. Zêdetirî 2 sal in li Îmraliyê tecrîdeke girankirî heye. Tecrîd, di heman demê de bingeha krîzên aborî û siyasî ye. Ji berê heta niha me çawa li dijî zilmê li ber xwe dabe, em ê ji vir û şûnde jî li ber xwe bidin. Bila ev tecrîd êdî bi dawî bibe.”

Hevserokê Şaxa TUHAY-DER’ê ya Wanê Çetîn Uyar jî mirinên li girtîgehan bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin. Heke em xwedî li Rêbertî û girtiyên xwe dernekevin, dê yek bi yek jiyana xwe ji dest bidin. An jî dê heta dawiya emrê xwe di girtîgehan de bimînin. Sûcê hevalê Bişar ew e ku xwedî li nasnameya xwe, zimanê xwe derket. Vê pergalê ew ji ber van sedeman avête hefsê. Bi sedan hevalên nexweş ên mîna heval Bişar niha di girtîgehê de ne. Me nekarî heval Bişar rizgar bikin qet nebe li hevalên din xwedî derkevin. Em bibin dengê wan.”