Ji bo girtiya nexweş Rûken Yildiz bang hate kirin

Di çalakiya vê hefteyê de ya ‘Rûniştina F’yê de ji bo girtiya nexweş Rûken Yildiz banga berdanê hate kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Şaxa Senbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 453’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser medya civakî hat birêvebirin. Di çalakiyê de vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Rûken Yildiz a li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T tê ragirtin. Yolerî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir di ji ber vê pêvajoya pandemiyê qewimandina binpêkirinên mafan gelek zêde bûne.

Yolerî destnîşan kir ku bi pêvajoya koronayê re tecrîd û sepanên dij mirovane yên li girtîgehan hişktir bûne û xwest şert û mercên girtiyan werin başkirin. Yolerî got heke rewş ango şert neyên başkirin xetereya mirinên komî jî heye.

Yolerî bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Rûken Yildiz a nexweş û anî ziman ku nexweşînên wek dil, tansiyon û kêmxwînî bi Yildiz re hene û di kontrola dawî de jî hatiye tespîtkirin ku ew bi pirsgirêka kezebê pê re heye. Yolerî diyar kir ku Yildiz 4 sal in li girtîgehê tê ragirtin û beriya were girtin tu nexweşînî pê re tune bûne. Yolerî da zanîn ku ev nexweşîn hemû ji ber şertên girtîgehê peyda bûne û ji ber şertan nayên tedawîkirin û rewşa wê her ku diçe giran dibe. Yolerî bang li rayedaran kir ku demildest biryara berdana Yildiz bidin û ew bi berdanê dikare tedawiyek baş bibîne.