Ji bo gerîlayê HPG'ê Adem Goz mewlûd hate dayin

Ji bo gerîlayê HPG'ê Adem Goz ku li Dersimê sala 2021'ê di şer de şehîd ket û piştî 3 salan cezayê wî radestî malbata wî hate kirin, mewlûd hate dayin.

MEWLÛD

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Adem Goz (Çiyager) li Dersimê di sala 2021'ê de şehîd bû û piştî 3 salan cezayê wî radestî malbata wî hate kirin. Piştî ku cenazeyê gerîla Çiyager hate veşartin, şîn hate danîn.

Ji bo Adem Goz li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li mala malbata wî mewlûd hate dayin. Li gel endamên MEBYA-DER, TUAY-DER, DBP, DEM Partî, parlamenter, Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Piştî mewlûdê ji bo Goz dûa hatin xwendin.