Ji bo gerîlaya YJA Starê Zeynep Aslan şîn hate danîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Zeynep Aslan (Mîtra Manî) ku li Xakurkê şehîd bû, li Cizîrê şîn hate danîn.
Ji bo gerîlaya YJA Starê Zeynep Aslan (Mîtra Manî) ku li Xakurkê şehîd bû, li Cizîrê şîn hate danîn.
Ji bo gerîlaya YJA Starê Zeynep Aslan (Mîtra Manî) ku di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Xakurkê de şehîd bû, li Şirnexê şîn hate danîn. Li taxa Nûr a navçeya Cizîrê, bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) bi girseyî serdanên sersaxiyê hate kirin.
Girseya gel heta qada şînê meşiya û sersaxî da malbata gerîlaya YJA Starê Mîtra Manî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 28'ê Kanûê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku gerîlaya YJA Starê Zeynep Aslan (Mîtra Manî) 6'ê Cotmehê li Xakurkê şehîd bû.