Ji bo gelê Amedê banga 'mîtînga fînalê'

HDP’ê ji bo mîtînga fînalê ya 15’ê Nîsanê ji bo dengê 'NA' bang li gelê Amedê kir.

HDP’ê di nav çarçoweya referandûmê de ji bo mîtînga 15’ê Nîsanê ya li Meydana 5’ê Hezîranê (Meydana Stasyonê) li avahiya Rêxistinê ya Bajêr bi tevlêbûna Wekîl, Hevserokên HDP, DBP’ê yên Bajêr û Komîteya Amadekar civîneke çapemeniyê lidar xist. Hevseroka Komîteya Amedekar û Hevseroka Bajêr a HDP’ê Gulşen Ozer diyar kir ku ew di şertên Rewşa Awarte de dixebitin û got, "Coşa ku bi 8’ê Adarê dest pê kirî, bi Newrozê dewam kirî, em ê bi mîtînga fînalê ya referandûmê pêk bînin."

Ozer got, "Em ê referandûmê bi coşa mîtîngê pîroz bikin. Ji bo mîtîngê ewlekarî di asta bilind de ye" û bang li gelê Amedê kir ku 15’ê Nîsanê werin Meydana Stasyonê.

Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Zekî Baran jî got siyasetmedarên HDP, DBP’ê girtî ne û şertên referandûmê destnîşan kir. Baran got, "AKP li ser referandûmê xebatên siyasî nekir, polîtîkayên zext û zordariyê bi rê ve bir. Di ser walî, qeymeqam û polîsan re xebatên referandûmê bi rê ve bir."

Baran bang kir ku gel li sindoqan xwedî derbikeve û got, "Wê zehmet be lê encamên wê bêhempa bin."

'EM DI 15'Ê NÎSANÊ DE ENCAMA REFERANDÛMÊ EŞKERE BIKIN'

Wekîl Feleknas Ûca jî got ev referandûmeke dîrokî ye û wiha pê de çû: "Em bi giyanê 8’ê Adarê, Newrozê, azadiyê û bi berxwedana zindanê em li Meydana Stasyonê bin. Em encama referandûmê di 15’ê Nîsanê de eşkere bikin."

'EM Ê DERIYÊN ZINDANAN BIŞKÎNIN'

Ûca bal kişande ser girêva birçîbûnê û got, "Divê gelê me li çalakiyên girêva birçîbûnê xwedî derkeve. Çalakî hatiye ber sînorê mirinê. Divê em dengê zindanan bibihîsin û gur bikin. Zindan ji bo azadî û siberoja Kurdan li ber xwe didin. Em berxwedana zindanan slav dikin. Azadî nêz e, bi têkoşîna xwe ya hatî ser referandûmê em ê deriyên zindanan bişkînin."

Endamê Desteya Rêveber a Navendî HDP’ê Omer Onen jî li dijî qirkirina operayonên siyasî yên li Amedê û li dijî zexta li ser nûçegihan nerazîbûn nîşan da.

Onen got, "Gel 16’ê Nîsanê wê biçe ser sindoqê û hesabê van hemû tiştan bipirse. Wê bersiva wê bide ku em ê bi vîna xwe, nasnameya xwe, çanda xwe ya ku hatiye desteserkirin bijîn."