Ji bo êrişên dagirkeriyê leşker têne veguhastin

Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ku amadekariyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê dewam dikin, leşker ber bi gundan ve têne veguhastin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, dewleta Tirk ji bo operasyoneke nû ya li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê amadekariyan dewam dike.

Ji bo operasyona dagirker a ku wê hevkariya PDK’ê were kirin bi rojan e wesayîtên zirxî û leşker sewqî gundên Çelê ya Colemêrgê tê kirin. Ev wesayît û leşker li ser xeta sînor hatine bicihkirin.

Duh şev piştî tevgereke zêde ya leşkerî ya li ser sînor helîkopterên ji Zawîte, Aşût, Gêman û ji Elemûna Qilebana Şirnexê û ji herêma Kotra ya di navbera Şirnex û Colemêrgê ber bi Herêma Kurdistanê ya Federe ve çûn.

Hate diyarkirin leşkerên ku bi helîkopteran hatine veguheztin li wî aliyê sînor li baregehên Gundê Bêdûhê û Orê hatine bicihkirin.

Tevgera leşkerî ya li herêmê didome.