Ji bo Efrînê li Kerkûkê çalakî hate lidarxistin

Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ji aliyê ciwanên Kerkûkî ve hate şermezarkirin.

Ciwanên Kerkûkê li Bexçeyê Kale yê Kerkûkê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Ciwanê bi navê Hisên Sebah li ser navê ciwanan daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, dewleta Tirk êrîşê li tevahiya destketiyên gelê Kurd dike. Sebah got, "Dixwaze ji Efrînê dest pê bike û tevahiya Rojava dagir bike. Êrîşî destketiyên Rojava dike. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê her roj Kurdan dikuje, dixwaze vê yekê li Rojava jî bike."

Sebah da xuyakirin ku ew êrîşên Erdogan û dewleta Tirk şermezar dikin û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bêdeng nemîne.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Efrîn ne bi tenê ye" û "Efrîn wê têk neçe" qediya.