‘ Ji bo Dayê Taybet, Ekîn Wan, Lokman Bîrlîk em ê bibêjin ‘Na’

Hevseroka KCD’ê Guven a di vekirina avahiya HDP’ê ya Hezexê de axivî û got: “Ji bo şehîdên me yên ku di jêrzemînan da hatin şewitandin, ji bo Dayê Taybet, ji bo Ekîn Wan û ji bo Lokman Bîrlîk em ê bibêjin ‘NA’”.

Hevseroka KCD’ê Guven a di vekirina avahiya HDP’ê ya Hezexê de ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû hilweşandin û got: “Ji bo şehîdên me yên ku di jêrzemînan da hatin şewitandin, ji bo Dayê Taybet, ji bo Ekîn Wan û ji bo Lokman Bîrlîk em ê bibêjin ‘NA’”.

Bi beşdariya Hevseroka Kongreya Civakî Leyla Guven û parlementerên HDP’ê, avahiya HDP’ê ya Hezexê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû hilweşandin, ji nû ve hate vekirin. Jin bi cilên neteweyî û alayên ‘Na’yê beşdarî vekirinê bûn. Jinan beriya vekirinê sloganên wekî “Ji bo Kurdistanê, ji bo şehîdên me, ji bo bodrûmên Cizîrê û ji bo berxwedana Sûrê em dibêjin ‘Na’” qîriyan. Piştre jî peyamên Hevşaredarên Hezexê yên di Girtîgeha Gîresûnê de ne, hatin xwendin.

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî diyar kir ku, gelê Şirnexê li hemberî her cure pêkutiyan dev ji têkoşîna xwe bernedaye û got, “Coşa we ya îro ya li vê derê, ji dewletê re bûye bersiva herî mezin. We peyam da ku gelê Kurd wê dev ji berxwedana xwe bernede”

TENÊ BERSIVEKE ME HEYE: NA

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi bîr anî ku, ji bo tecrîda li ser Ocalan were rakirin, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirine û got, “Em greva girtiyan silav dikin. Sal û nîvek berê ciwanên Kurd xwerêveberî xwestin. Bi tank û topan hatin, ciwanên me li ser vê axê şehîd bûn. Têkoşîna wan riya me ronî dike. Em dinyayê bidin dayîkên ku cergên wan disojin, dîsa jî jana wan nasekine. Dema Kurdistan di bin êrîşan de bû nexwestin ku em xebatên xwe bikin. Avahiya me ya partiyê hilweşandin, tenê mifteya wê di destê me de mabû. Îro bi qehremaniya xwe, we ev avahî dîsa vekir.”

Guven diyar kir ku hikumeta AKP’ê dixwaze Kurd stûyê xwe xwar bikin û got, “Mehmet Tûnc ranehişt alaya teslîmîyetê. Wê dewlet negihêje armanca xwe. Wê nikaribin Kurdan têk bibin. Em zilm û zorê li vê derê dibînin. Lê li pêşiya me şansek heye, referandûm ji bo Kurdan gelekî bi qîmet e. Tirkiyeyê hate îro tu maf neda me. Erê wan em qebûl nekirin, lê em bûn 6 milyon kes. Hemû Kurdên li dinyayê serî hildan û diçin ser sindoqan. Tenê bersiveke me heye, ew jî ‘Na’ ye. Ji bo şehîdên me yên di bodrûman de, ji bo Dayê Taybet, ji bo Ekîn Wan, ji bo Lokman Bîrlîk em ê bibêjin ‘Na’. Li Rojava xweseriya demokratîk hate ava kirin, zû an jî dereng wê li vê derê jî qebûl bikin. Li ser qetlkirina Kurdan li hev kirine, em van lihevkirinan baş nas dikin. Hemû çûn lê gelê Kurd ma. Di 16’ê Nîsanê de em ê ji sedî 90 ‘Na’yê bi ser bixin. Ew ê jî mecbûr bimînin ku nasnameya kurdan qebûl bikin. Em bi hezaran caran ji siyaseta wan a qirêj re dibêjin ‘NA’. Berxwedana me wê girtiyên me yên siyasî rizgar bike.”

Piştî axaftinan bi slogan û tilîliyan avahiya partiyê hate vekirin. Girse piştre jî çû bazara gel, li vê derê belavokên ‘Na’yê belav kir û xwestin ku her kes biçin ser sindoqan.