Ji bo cenazeyê li Sûrê hatî dîtin serlêdan çêbû

Tê texmînkirin ku cenzeyê ku di dema kolandinê de hati dîtin yê Hakan Arslan be. Malabata Arslan serlêdana serdozgeriyê kir.

Li Taxa Hasirli ya navçeya Sûr a Amedê ku di navbera salên 2015-2016’an de gelek pevçûn qewimîn. Li wê derê ew 5 salin ku xebatên kolandinê didome. Roja 7’ê Sibatê di dema kolandinê de rastî cenazeyekê hatiye û tê texmînkirin ku cenaze ayîdê Hakan Arslan ê ku dema pevçûnan li wê derê jiyana xwe ji dest dayî ye. Ji bo cenazeyê serdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat kirin.

Cenaze ku di dema xebatê kolandinê ya di navbera Klîseya Katolîk û Mizgefta Hasirli de hat dîtin rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK).

Li gorî agahiyên ku malbata Hakan Arslan dayî Arslan jiyana xwe ji dest daye û li kêleka Mizgefta Hasirli hatiye veşartin. Her çiqasî ev 5 salin ji bo peydakirina cenazeyê zarokê xwe di nava hewldanan de bin, lê nekarîne peyda bikin.

WÊ BI TESTA DNA’YÊ RE DIYAR BIBE

Bavê Hakan Aeslan, Alî Riza Arslan ku îhtîmal dide cenazeyê li Surê hatî dîtin yê kurê wî be, bi rêya parêzerê xwe bi daxwaznameyeke nivîskî ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re serlêdankir. Serdozgerî ji Bavê Arslan re ragihand ku ji bo tespîtkirina nasnamê hevce nake ku dubare testa DNA’yê bide, ya sala 2016’an dayî hê derbasdar e.

Bav Alî Riza Arslan ku serdana Buroya Amedê ya Saziya Mafê Mirovan (ÎHD) kirî diyarkir ku ew ji bo diyar bibe bê ka cenaze yê kurê wî ye yan na, li benda encamên DNA’yê ye.