Ji bo bîranîna Xalid Abdûrrahman

Rizgarkirina gerîlayê birîndar refleksa Kurdîtiyê ya Xalid Abdûrrahman bû. Lehengekî gelê xwe bû, bû şehîdekî welatê xwe ku ti carî nayê jibîrkirin.

Xalid rewşenbîrekî Kurd bû ku li gundê Kanî Mezin ê navçeya Kanîmasî mamostetî dikir. Ji eşîra Berwarî bû. Li gel pênc zarok û hevsera xwe bû. Hîn beriya sê rojan li gundê xwe yê şênkahî bi keda xwe dijiya. Niha jî lehengekî gelê xwe ye, şehîdekî welatê xwe ye ku ti carî nayê jibîrkirin.

Jiyana wî di 20'ê Tebaxê de saet 10:30'î bi teqîneke mezin guherî.

Bixwasta tiştek pê nedihat. Bixwasta dikarî bû tenê li hovîtiya ku diqewimî temaşe bikira. Bixwasta dikarîbû li pêşberî dagirkeriyê bêdeng bima. Bixwasta dikarîbû tenê li malbata xwe bifikirya.

Lê belê ti ji van nekir. Ew welatparêzekî rasteqîn bû, mirovekî Kurd ê têgihiştî bû ku zanîbû ji bo çi dijî.

GERÎLAYÊN BIRÎNDAR RIZGAR KIR

Bêyî ku haya xwe jê hebe li baxçeyê xwe dixebitî. Dema ku hewl dida fêhm bike bê çi bûye, li gerîlayekî rast hat ku di roketa destpêkê de birîndar bû. Alîkarî ji wî xwestibû. Dibe ku cara yekê ew gerîla dîtibû, lê bêyî teredût bike yekser ew ji cihê bûyerê bir, ji bo rizgar bike bi refleksa Kurdîtiyê tevgeriya. Balafiran bombardûman dewam dikirin, lê belê dilê wî bi berpirsyariya rizgarkirina birîndarên din tijî bûbû, mîna pilingekî, bi hêrsa volkanekî. Tevî ku hevsera wî û gerîlayê birîndar jê re gotin ku li benda rawestandina bombardûmanê bisekine, nekarîbû bisekine, di bin bombardûmanê de ji ber ku gerîlayên din ên birîndar hebûn, ber bi wan ve dibeziya.

Kî zane, dibe ku birîndarekî din jî dîtibû, yan jî hîn lê digeriya roketek dagirkeran lê ketibû û jiyana xwe ji dest da, li pêş hevsera xwe, li pêş zarokên xwe, li welatê xwe. Gerîlayê ku wî ew rizgar kir ji bo wî bû rûmet, gerîlayên ku wî hewl dida wan rizgar bike bûn wesîle ku ew tevlî karwanê stêrkan bibin.

Nizanim ku di vê serdemê de roman qala çi dikin, rûmet, serbilindî, lehengî tên çi wateyê, huner qala çi dike, lê belê rastiya li xaka Kurdistanê ya dagirkirî, xeyalên azadiyê, sekna Kurdê bi rûmet ê Xalid Abdûrrahman e.

Bi vê nivîsê min xwest hin bêaqil rastiyê bibînin, ku dibêjin 'Tevgera zadiyê bi zorê li Başûrê Kurdistanê ye, gelê Behdînanê PKK'ê napejirîne'. Yên ku îdîa dikin ku şervanên rûmetê yên gelê Kurdistanê bi demkî li Başûr in, yên ku îdîa dikin ku şervanên azadiyê bi gel re nebûne yek, min xwest bi vê nivîsê rastiyê nîşanî wan mejiyên wan bidim ku perdeya ji hesin li wan kirine.

WELATPARÊZÊ RASTEQÎN BER BI ŞERVANÊN AZADIYÊ VE DIBEZE...

Niha dipirsim, gelo çend bav di bin bombardûmanê de ber bi zarokên xwe ve dibeze? Çend kek bêyî ku guh bide hovîtiyê ber bi xwişk û birayên xwe ve dibeze? Ya jî çend mirov dikare dest ji hevser û zarokên xwe berde û ber bi mirovên ku di bin bombardûmana balafirên şer de ne bibeze?

Bêguman welatparêzekî rasteqîn ê Kurd dikare ber bi şervanên azadiyê yên ku jê piştrast e ku ji bo rûmetê şer dikin, dibeze. Ew pê zane ku bêyî wê rûmetê nikare bijî, ew jî xizmetê ji şervanên rûmetê gerîla re dike. Ji ber vê yekê jiyana gerîla ji jiyana xwe bêhtir hêja dibîne û ji bo gerîla bijî ew ber bi mirinê ve diçe.

Baş e dipirsim; gelo çîroka Xalid Abdûrrahman ê Behdînanî ji Kurdên Başûr re tê çi wateyê? Çi peyamê dide cerdevanên Bakurî ku bi rola kûçikên dagirkeran radibin? Mamoste Xalid ê Berwarî, di nava dojeha mirinê ya balafirên şer de bi kîjan baweriya bihuştê dibeze û bi vê helwesta xwe ji rewşenbîr, ciwan û jinên Kurd re qala çi dike? Ji malbatperest, eşîrperest û rantxurên partiyê re ku xwe nadin ber yekîtiyê qala çi dike?

Ez; jineke Kurd ku li xaka Bakur a dagirkirî bûye xwedî nasname, gerîlayeke Başûrî me ku bi welatparêziya Xalid Abdûrrahman û bi hezaran Behdîniyên mîna wî dilsoz im. Yanî ez şervaneke azadiyê ya Kurdistanî me. Em gerîla ne ku pêkanîna xeyalên azadiyê yên Kurdên bi rûmet ên li her parçeyî ji xwe re kirine hinceta jiyanê. Ji ber vê yekê bila nûnerê rûmet, welatparêziyê Xalid xweş razê, bila xweş razê bi deh hezaran cangoriyên ji bo xaka Kurdistanê canê xwe feda kirine...