Ji bo bîranîna şehîdên Werxelê li Zapê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo bîranîna gerîlayên li Werxelê şehîd bûn, li qada Kela Bêdewê ya Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker 2 çalakî hatin lidarxistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8'ê Nîsanê saet di 15:30'î de li Kela Bêdewê li dijî dagirkeran ji 2 baskan ve hêzên me çalakiyeke gerîla ya koordîneyî lidar xistin. Çalakî bi çekên giran hate lidarxistin û hedefên hatin diyarkirin, hatin îmhakirin.

8'ê Nîsanê saet di 19:40'î de hêzên me cara duyemîn li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin û hedef hatin îmhakirin.

Herdu çalakiyên ku hêzên me lidarxistin, ji bo bîranîna lehengên me yên nemir hatin kirin ku li Werxelê bi lehengî şer kirin, dîrok nivîsandin, lê bi çekên kîmyewî şehîd hatin xistin.

8'ê Nîsanê saet di navbera 09:00-18:00 de qada Girê Cûdî ya herêma Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û balafirên şer hate bombekirin.

8'ê Nîsanê saet di 18:00 de li herêma Avaşînê qada Wexelê bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

9'ê Nîsanê saet di navbera 23:00-00:30'î de li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Qaşûrayê ve firiyan. Heman demê derdora gundên Dêşîşê, Seraro û Êdînê û qada Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."