Ji bo bîranîna şehîd Cemîl Qereyazî…

Cemîl Qereyazî beriya 7 salan di Roja Aştiya Cîhanê 1’ê Îlonê de li Qersê di êrîşa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Ji bo bîranîna şehîd Cemîl Qereyazî di Nûçe Ciwan de nivîsek hate weşandin.

Cemîl Qereyazî (Yunus Kamiş) 1’ê Îlona 2017’an di êrîşa li Dola Kula ya li qada Çemçê ya girêdayî Qersê, di êrîşa balafira bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker de bi hevrêyên xwe Mazlum, Bawer û Andok re şehîd bû.

Nivîsa bîranînê ya di Nûçe Ciwan de, bi vî rengî ye:

“Erdnîgariya Kurdistanê di nava warê civakbûna destpêkê Hîlala Zêrîn de cih digire û xwedî xakên bi berhem, çemên nasekinin û çiyayên ku derbaskirina wan zehmet e. Erdnîgariya Kurdistanê di tevahiya dîrokê de bûye çavkaniya îlhamê ya mîtolojî, destan û hozanan. Li ser helbest hatine nivîsîn, destan hatine xwendin û stran hatine gotin. Vê erdnîgariyê navê xwe ji gelê Kurd a ku qasî wê qedîm e, wergirtiye. Ev qasî dilnizm e ku her gelê ku bûye mêhvanê wê têr kiriye.

Bi herikbariya dîrokê re hêzên mêtinger bûne şahidê bedewî û qudreta wê û qalê kirine. Van dewletan ji bo bidestxistina wê serî li her cure rêbazên qirêj dane û bi dewletên din ên dijminên wan re hevkarî kirine. Di her zext, komkujî û talanê de rastî berxwedana bêhempa ya gelê Kurd hatine. Ev xaka Rustemê Zal, Dewrêşê Evdî, Mîna Qazî, Leyla Qasim û gelek lehengên din, ti carî serî netewandiye. Van lehengan dema pêwîst kir li zozanê, dema pêwîst kir li bajêr û dema pêwîst kir jî bi gotina “ji xeynî çiyayan dostê Kurdan tune” li çiyayan şer kirine. Gelek caran serî hildane.

Îskender, Darius, Ereb û Tirkên ku li çiyayên derbaskirina wan zehmet ketine, îro jî dest ji kiryarên xwe yên bi xwîn bernadin. Dijminê ku vê carê xwedî derfetên teknîkî ye, bi karanîna çekên kîmyewî dixwaze berxwedanê bi temamî bişikîne û tune bike. Kurdên ku li gorî tundiya mêtingeriyê xurt dibin û xwe rêxistin dikin, bi şîara Rêber Apo car din berê xwe dan çiyayan. Rêber Apo jinûve û lehengên nû afirand, bû pêşengê Egît, Bêrîtan, Zîlan û Atakanan û bû nivîskarê vê romana bêdawî. Bi hezaran ciwanên ku banga wî bihîstin, berê xwe dan çiyayên azad. Şer kirin, li ber xwe dan, bûn fedayî û bûn gerîla. Yek ji van ciwanên ku guh daye vê bangê û bûye endamekî berxwedana destanî, Cemîl Qereyazî ye.

Heval Cemîl li Qereyaziyê ya ku dijmin polîtîkaya qirkirinê li ser dimeşîne û her cure pêkanînên asîmîlasyona qirêj li ser ferz dike, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Navê heval Cemîl ê malbatê Yunus Kamiş e. Heta salên ciwantiyê bi çanda dengbêjiyê mezin bû û bi saya stranan bi serhildanên li Kurdistanê re girêdanbûneke xurt çêkir. Ji roja ku Rêber Apo nas kir û şûnde amadekariya rêwîtiyeke bênavber kir. Bi her peyva ku xwendî û her gotina bihîstî, dilê wî jinûve zindî bû. Carna zehmetî jiya, carna têk çû, carna giriya lê belê hingî PKK nas kir bendê xwe hilweşand û derbas kir. Li Qereyaziyê nezanî westan çiye û beşdarî her cure xebatan bû, sohbet kirin, pirtûk xwendin û bi dehan ciwan bi çiyayên ku têkoşîna azadiyê lê tê meşandin re anîn ba hev. Di heman demê de pîvanên welatparêziyê li heval û endamên malbata xwe ferz dike û hingî ji destê wî hat hewl da wan nêzî xeta heqîqetê bike.

Hevrê Cemîl, di nava civakê de dihat hezkirin û rêzgirtin. Bi hemû aliyên civakê re sohbet dikir û ji wan re qala Têkoşîna Azadiyê dikir. Li dijî polîtîkayên dijmin ên li ser zimanê Kurdî got, “Zimanê me rûmeta me ye, em xwedî li rûmeta xwe derkevin” û hemû dikandarên navçeyê teşwîq kir ku tabeleyên xwe bi Kurdî daliqînin. Dixwast zimanê Kurdî li her qadê jiyanê, zindî bike.

Di serdemeke ku têkiliyên civakbûnê qels dibin de, di her firsendê de deriyê xizm û cîranên xwe dixist û alîkarî dida wan. Dikana porbirînê vekiribû û porê zarokan bêpere çêdikir. Ev yek wî gelek kêfxweş dikir. Hevrê Cemîl li dijî feodalîzmê jî têkoşînek xurt dimeşand û ti carî di dema mêvaniyê de rûniştina jin û mêran ji hev cuda nedipejirand. Digot, ‘Keda herî mezin jin didin, lê mêr derdixin pêş.” Li dijî wê li cihê ku bi mêran re rûne xwarinê bixwe, diçû gel jinan û bi wan re hem xwarin dixwar hem jî sohbet dikir.

Girêdana wî bi Rêber Apo û Têkoşîna azadiyê re her ku xurt bû, nekarî xwe li bajêr rabigire. Navê birayê xwe Cemîl (Mazlûm Kamer) ê ku di 30’yê Tebaxa 1992’an de şehîd bibû hilda û hevjîna xwe û du zarokên xwe yê delal li dû xwe hişt û bi gotina, “Eger jiyanek hebe ew jî divê li welatek azad be” di sala 2014’an de berê xwe da çiyê. Ji roja ewil a tevlîbûna xwe ya nava tevgerê, beşdarî xebatên pratîkê bû, cihê xwe di nava rêxistinkirina gundan de girt û erkên herî zehmet girt ser milên xwe. Di vê jiyana nû de, ku weke bedewî û qudretê bi nav dikir, heta nefesa xwe ya dawî bi tempoyek xurt û moraleke bilind jiya.

Hevrê Cemîl di 1’ê Îlona 2017’an de, di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker a bi balafirên bêmirov gihîşt şehdadetê. Weke kesayetek, erka xwe ya li hemberî Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û Kurdistanê bi layiqî bi cih anî. Dibe ku ji bo zarokên xwe li welatekî azad bibîne, kêm jiyabe. Lê ew ê bi qasî ku hezar azadî bibîne, bijî.

Serpêhatiyeke bi vî rengî, romana herî dirêj a cîhanê ye ku bi çend gotinan hatiye nivîsandin: PKK.