Ji bo Başûrê Kurdistanê modela Qendîlê hate pêşniyarkirin

Hevşaredara Binarê Qendîlê Gulale Osman destnîşan kir ku sîstema li Qendîlê ji bo Başûrê Kurdistanê jî dikare bibe modeleke nû.

Di 11'ê Mijdara 2017'an de Şaredariya Binarê Qendîlê civata xwe ya 5'an pêk anî.  Civata Giştî bi beşdariya 91 delegeyan, ku 20 jê jin bûn, pêk hat. Di civatê de hevşaredarên nû û rêveberiya şaredariyê hatin hilbijartin.

Gulale Osman û Muhammed Abdullah bûn hevşaredarên nû û rêveberiyek ji 7 kesan, ku 2 ji wan jin e, hate hilbijartin.

Hevseroka nû Gulale Osman got, ew ê hewl bidin ku li gorî pêşniyar û nerîna gel kar û xebatên xwe bikin. Osman diyar kir ku modela hevseroktiyê ji bo Başûrê Kurdistanê tecrûbeyeke nû ye û got, di dema rêveberiya xwe de ew ê jinan bikin navenda karê xwe.

Hevseroka Osman diyar kir ku zext û zordariyeke zêde li ser jinên Başûrê Kurdistanê heye û bal kişande ser pêşketina jinên Kurd ên di nav tevgera azadiya Kurd de. Osman got, "Jinên Kurdistanê pir lehengî kirine û jinên di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê, di nav PKK’ê de bi têkoşîn û lehengiya xwe ji bo hemû jinên cîhanê bûne mînak."

Osman diyar kir ku ev qehremeniya jinên Kurd ji hêla hemû cîhanê ve hatiye dîtin û ew ê jî hewl bidin ku di rêça jinên Kurd ên qehreman de biçin.

Osman herî dawî bang li hemû jinan kir ku xwe tevlî nav kar bikin..

Amîne Ehmed a di navbera salên 2015 û 2017’an de Hevserokatiya Binarê Qendîlê kir.