'Ji bo azadiya Rêbertî em ê bi erka xwe rabin'

Gerîlayê HPG'ê Simko Serhildan diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk wê gerîla Kurdistanê her tim biparêze û got, "Ji bo tecrîd bi dawî bibe û rêbertî azad bibe em ê wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin."

Gerîlayê HPG'ê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Simko Serhildan li ser komploya 9'ê Cotmeyê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava KCK'ê ya bi navê "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" axivî.

Serhildan bi bîr xist ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi salan e dewam dike û destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê bi rengekî xurt xwedî li pêngava KCK'ê derkevin û rabin serhildanê.

Gerîla Simko Serhildan anî ziman, dewleta Tirk di şexsê Ocalan de êrişî nirxên gelê Kurd hemûyan dike û got, "Li dijî van êrişan divê li her devera Kurdistanê bibin yek deng û yek dil. Ya jî divê serhildaneke rêxistinbûyî bê kirin. 21 sal in Rêbertî tecrîdkirî ye. Rêbertî pêşengê demokrasî, azadî û sosyalîzmê ye. Her kesên azadîxwaz vê yekê dibîne û rêbertî weke rêberê xwe qebûl dike. Ji ber vê yekê divê li dijî faşîzma dewleta Tirk serhildan bê kirin. Berxwedana li Kurdistanê wê di hilweşandina faşîzmê de roleke girîng bilîze."

'LI HER PARÇEYÊN KURDISTANÊ BERXWEDANEKE MEZIN HEYE'

Simko Serhildan diyar kir ku di serî de li Rojava, Heftanîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her parçeyên Kurdistanê şer û berxwedaneke mezin heye û bi dewamî got, "Ya ku diqewime ne tenê bi PKK'ê re eleqedar e, di şexsê PKK'ê de êriş li destketiyên gelê Kurd hemûyan tê kirin. Planên mezin tên kirin. Ji ber vê yekê divê xwedî li pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê derkevin.

Li pêş çavan e ku gerîlayên Kurdistanê bi çi rengî wezîfeya xwe ya parastin û berxwedanê li dijî dagirkeran bi cih anîn. Gerîla her tim li dora fikrên Rêbertî amade ye ku Kurdistanê biparêze, berxwedanê xurt bike û pêngavê bi ser bixîne. Li Heftanînê şerekî bi rûmet tê meşandin. Dewleta Tirk a ku li pey xeyalên pûç ketiye, wê negihêje armancên xwe."

ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ DEWAMA KOMPLOYA 9'Ê COTMEHÊ YE

Gerîla Simko bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û got, "Her malbateke Kurd xwedî şehîdekî ye. Ne girîng e ji kîjan partî yan jî tevgerê ye, şehîdên Kurdistanê ji bo azadiya Kurdistanê xwîna xwe rijandin. Ev yek nirxeke ku gelê Kurd digihîne hev. Dewleta Tirk a dagirker qirkirinê li gelê Kurd ferz dike. Bi salan e êrişên mezin tên kirin, dikujin, xwezayê talan dikin. Ev êrişên li Kurdistanê dewama komploya 9'ê Cotmehê ye. Bi navê gerîlayên HPG'ê ji bo şikandina tecrîdê û pêkhatina azadiya rêbertî em ê erk û wezîfeya xwe pêk bînin. Ji bo serketina pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."