Ji bo azadiya Ocalan li Silêmanî çalakiyek hate kirin

Bi tevlîbûna sedan kesî ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakiyek li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin.

Di saetên êvarê de li ber Baxê Giştî yê li Silêmaniyê, ji aliyê Komîteya Azadî ji bo Ocalan, çalakiyek li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî hate lidarxistin.

Bi sedan welatiyên ku ji Silêmanî, Kerkûk, Helebce, herêma Raperîn û Germiyanê hatibûn, tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Her wiha dirûşemeyên wek ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Ey dijmin baş bizane Rêber Apo xeta me ya sore’ û ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ hatin qîrkirin.

‘BERXWEDANÊ KIR KU HEVDÎTIN LI GEL RÊBER OCALAN PÊK BÊ’

Di çalakiyê de li ser navê Komîteya Azadî ji bo Ocalan daxuyaniyek ji aliyê Şalaw Mehmud ve hate xwendin. Mehmûd got: “Berxwedan û çalakiya medenî yên gelê Kurd û azadîxwazan hişt ku rê were dayîn hevdîtin bi Rêber Ocalan re were kirin. Ev yek jî tenê ji bo kêmkirina hêrsa gel e. Daxwaza me ne tenê hevdîtine, em azadiya rêberê xwe dixwazin. Têkoşîna Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Divê em xwedî li têkoşîna Rêberê xwe derkevin û ji bo azadiya wî têkoşînê hîn xurtir bikin.”

‘TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN ERKÊ ME TEVAN E’

Piştre Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Ebdulwehab Ehmed jî axivî û got: “Têkoşînkirin ji bo azadiya Rêber Ocalan erkê me teva ye. Ji bo wê di rewşa niha de pêwîste em tev werin cem hev û ji bo bicihanîna armanca gelê Kurd, yekîtiya xwe ya netewî avabikin.”

Çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re bi dawî bû.