Ciwan li Stenbolê ji bo Arslan meşiyan

Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê ji bo Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsekî de radestî bavê wî hatin kirin, meşek meşaleyî li dar xist.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li dijî kiryarên li derveyî mirovahiyê yê li hemberî cenazeyê Hakan Arslan hate kirin, bi meşekê nerazîbûn nîşanî da.

Hestiyên Hakan Arslan ê ku di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de 2'ê Kanûna 2015'an li navçeya Sûr a Amedê şehîd bû, piştî 7 salan di dawiya meha Tebaxê de di kîsekî de radestî bavê wî hat kirin.

Ciwanên ku li navçeyên Stenbolê daketin qadan pankarta "Li dijî komkujiyan derkevin qadan" hilgirtin. Ciwanan di tevahiya meşê de dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin.

Di çalakiyê de Egît Îpek ê cenazeyê wî bi kargoyê ji malbatê re hate şandin û Sitî Karatay a ku 6 sal piştî şehdadeta wê cenaze di sindoqê de radestî malbatê hate kirin jî hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewletê li dijî miriyên Kurdan jî şer îlan kiriye. Em jî dibêjin, hûn ê her ji can û ji miriyên me bitirsin. Em ê hesabê vê hovîtiyê bixwazin. Heya dawiyê jî em ê têkoşîna xwe dewam bikin."