Ji bo Şengalê wê roja Şemiyê li Bîelefeldê meş û mîtînga navendî bê lidarxistin

Komîteya Amadekar a Duyemîn Fstîvala Çanda Êzidxanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber komkujiyên dewleta Tirk a li Şengalê wan biryar dane li şûna festîvalê, meş û mîtîngeke navendî heman rojê li dar bixin û banga tevlîbûnê kir.

Komîteya Amadekar a Duyemîn Festîvala Çanda Êzidxanê ku wê 21'ê Tebaxa 2021'ê li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê bihata lidarxistin, lê ji ber komkujiyên li Şengalê hate betalkirin û veguherî meş û mîtîngeke şermezarkirinê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Civaka me, Kurdistanî û dostên me, weke ku tê zanîn biryara me heye ku em her sal Festîvala Çanda Êzdîxanê li Ewropayê pêk bînin. Di vê çerçoveyê da; yekemîn Festîvala Çanda Êzdîxanê di 2019'an de hatibû lidarxistin. Mixabin Festîvala duyemîn jî, ji ber rewşa pandemiya Covîd19 me nikaribû di 2020'an de li dar bixin. Ji ber vê yekê jî ev çend meh in ku hemû amadekariyên me ji bo lidarxistina duyemîn Festîvala Çanda Êzdîxanê didomandin û hatibûn ber bi dawîbûnê.

Li gor vê yekê wê duyemîn Festîvala Çanda Êzdîxanê îsal di 21.08.2021'ê de li bajarê Elmanya Bielefeldê bihata lidarxistin û hemû amadekariyên teknîkî û hiquqî bi dawî bûbûn û li gora tedbîrên rêgirtina koronayê plansazî hatibû kirin.

Di festîvalê de, wê di bernameyeke dewlemend, li gorî rê û resmên Êzdiyatiyê qewl, beyt û dia bihatina pêşkêşkirin, sembola çand û dîroka Êzdiyan bihatina raberkirin. Wê gelek komên muzîkê, hunermend û komên govendê di festîvalê de amade bûne û hunera xwe pêşkêş bikirana.

Lê mixabin dijminê kok, bawerî, ax û hebûna me, dewleta tirk a dagirker careke din weke bi dehê caran ku di dîrokê de êrîşî me kirî; ferman, qirkirin û komkujî anîn serê me, dîsa êrîşî Şengala birîndar kir.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker, bi hevkariya hikûmeta Iraqê û PDK'ê di roja 16'ê Tebaxê de, rêber, pêşeng, siyasetvan, dîplomat û fermandarê civaka me Seîd Hesen Seîd û biraziyê wî şervanê YBŞê Îsa Xwedêda qetil kirin.

Hîna konê şîna herdu cangoriyên me nehatî danîn, vê carê jî di 17'ê Tebaxê de, êrîşî nexweşxaneya gundê Sikêniyê kir û komkujî pêk anî. Di encama vê hovîtî û sûcê li dijî mirovahiyê ku dewleta tirk a dagirker pêk anî de, 8 kesên me jiyana xwe ji dest dan û bûn cangorî. Herweha gelek insanên me jî birîndar bûn.

'PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ BINGEHA VAN ÊRIŞAN E'

Herdu êrişên ku di 16 û 17'ê Tebaxê de ji aliyê dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê û PDK'ê ve li hemberî civaka me li Şengalê pêk hatin, hewldanên fermanên nû yên li ser Êzdiyan e. Tişta ku ji van hemû êrîşan re dibe zemîn jî bona bicihanîna Peymana 9'ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk, hikumeta Iraqê û PDKê de hatî îmzekirine.

Gelê me ji destpêkê ve vê peymanê weke peymana fermanê bi nav kiribû. Li hemberî vê plan û konsepta tunekirina civaka me û dagirkirina axa wê, civaka me ev deh meh zêdetirin bê rawestandin di nav berxwedanê de ye. Berxwedana gelê me a dîrokî pêşî li vê plana komplo û qirkirinê girt û rê neda ku ev hêz bigihêjin armancên xwe. Li ser vê yekê van hêzan dest bi êrîş û komkujiyên nû kirine.

Destpêkirina êriş û komkujiyan a li dijî civaka me û axa me ya pîroz, ji aliyê dewleta tirk a dagirker, hikûmeta Iraqê û PDK'ê ne ji xûrtbûn û hêzbûna wan tê, ji bêdengî û bêhelwestbûna beşek ji civaka me, oldar, sazî, rêxistin û rewşenbîrên wê tê. Eger ku civaka me li Şengalê berxwedanek dîrokî ya hebûn û tûnebûnê li dar dixe, tevahiya civaka me li her derê bibûya dengê vê berxwedanê, bi ruhê seferberiyê xwe tevlî berxwedanê bikira, hemû hêza xwe bêxista dewrê, wê ev komkujî, êriş û gefên li ser axa me ya pîroz Şengalê îro dubare nebûya û pêk nehatibûya. Lê mixabin tiştê ku ji me tê xwestin me bi cih neanî.

'BÊDENGIYA MÎRÊ ŞÊXAN, BABAŞÊX, HEYETA RÛHAHÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Bi taybetî jî bêdengiya Mîrê Şêxan, Babaşêx, Bavê Çawîş û Heyeta Ruhanî, qet nayê qabûlkirin. Em li vê derê bang li wan dikin ku êdî helwesta xwe li hemberî êrîş, komkujî û gefên li ser civaka wan zelal bikin. Eger ew nekaribin li dijî rûxandina nexweşxaneyan, qetilkirina nexweş û birîndaran dengê xwe bikin, wê li dijî çi dengê xwe bikin?!

Mîrê Şêxan, Babaşêx, Bavê Çawîş, Heyeta Ruhanî eger hûn ne Mîr, Şêx, Oldar, Ruhanî û nûnerên tevahiya Êzdiyan e, bêjin da em jî vê yekê bizanibin. Eger hûn bêjin em tenê Mîr, Babaşêx û Heyeta Ruhanî a PDKê û Êzdiyên ku di destê PDKê da êsîr in, em ê jî li gorê wê tevbigerin û êdî ti hêviya ji we nekin û li çara serê xwe bigerin.

'BERXWEDAN û HEBÛNA ŞENGALÊ JI BO TEVAHIYA ÊZIDIYAN E'

Banga me ji bo civaka Êzdî jî ev e ku; Şengal û civaka Êzdî a li Şengalê ne tenê ji bo xwe tên qetilkirin û êrîş li hemberî wan tên kirin, ew ji bo tevahiya Êzdiyan tên qetilkirin. Ji ber wê jî berxwedan û hebûna wan jî, ji bo tevahiya Êzdiyên cîhanê ye. Divê hemû Êzdiyên cîhanê ji Şengala birîndar ra bibin qîrên, hawar, pişt, dev, çav, dil û wan tenê nehêlin. Divê hemû Êzdî Şengalê wek çavê xwe biparêzin û li civaka Şengalê xwedî derkevin.

JI BO MEŞ Û MÎTÎNGA NAVENDÎ YA LI BÎELEFELDÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ HATE KIRIN

Di vê çerçoveyê da, em bang li tevahiya civaka Êzdî gelê kurd û dostên wan dikin ku roja 21'ê Tebaxê Şemiyê li bajarê Elmanya Bîelefeldê di kom bibin, pêşî li hovitiya ser Şengalê û civaka Êzdî bigrin, rê nedin ku êrîş û komkujî pêk werin û bibin qîrên û hawara kuştî û birîndarên di bin  kavilên nexweşxaneya Sikêniyê. Em bang li civak û gelê xwe dikin tevlî meş û mitînga navendî ku wê li Bîelefeldê pêk were bibin. Wê rojê Bîelefeldê bihejînin û bibin dengê daxwaz û armancên rêber, pêşeng û cangorî Seîd Hesen Seîd, Îsa Xwedêda û cangoriyên 74 fermanan."

Li gorî daxuyaniyê bernameya meş û mîtîngê wiha ye:

21.08.2021
Saet: 11:00
Cih: Bîelefeld / Haûptbahnhof