Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dengdana gel destpê kir

DEM Partî ji bo hilbijartina namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê îro dengdana gel bike. Li gel namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin wê ji bo 17 navçeyan jî namzet bêne diyarkirin.

Piştî dengdana gel a li dehan bajaran, Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî); ji bo diyarkirina namzetên ji bo hevşaredariyên bajarê mezin ê Amedê û navçeyên wê dest bi dengdana gel kir.

Serê sibehê li hemû navçeyên Amedê bi hezaran delegeyî dest bi dengdanê kirin.

Delegeyên ji DEM Partiyê li gelek navçeyan ne tenê ji bo bajarê mezin her wiha ji bo bernamzetên ji tûra duyemîn re mane, deng didin.

Li navçeyên Sankuş, Çermik û Gêlê tenê ji bo bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dengdan tê kirin.

Li navçeyên din jî hem ji bo bajarê mezin hem jî ji bo bernamzetên ji tûra duyemîn re mane, deng têne dayin. Dengdan wê heta saet 17:00 dewam bike.

Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bernamzet eger di ser ji sedî 50'î re deng wernegirin wê hilbijartin ji tûra duyemîn re bimîne.

Deverên ku dengdan lê têne kirin bi vî rengî ne:

* Peyas:  Salona Dawetê ya Zîrve

* Bajarê Nû: Salona Dawetê ya Kaplan

* Bismil: Salona Dawetê ya Firatê

* Rezan: Salona Dawetê ya Şolen

* Sûr: Salona Dawetê ya Nîlgun

* Erxenî: Salona Dawetê ya Karakûş

* Farqîn: Salona Dawetê ya Dîlan

* Li navçeyên din hemûyan wê li avahiyên partiyê dengdan pêk were.