‘Ji bo Êzidiyan divê hiqûqa navneteweyî têkeve dewrê’

Platftoma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Ragirtin derbarê qirkirina li ser Êzidiyan peywira Neteweyên Yekbûyî anî bîra wê û xwest hiqûqa navneteweyî têkeve dewrê.

Platftoma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Ragirtin derbarê Qirkirina Êzidiyan a di 3’ê Tebaxê de îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li pêş çavê cîhanê qirkirinek hate kirin. Êzidî bi vê fermana 73’emîn re, di sedsala 21’emîn de hovîtiyeke mezin li ser wan hate kirin.Bi hezaran Êzidî hatin kuştin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê hatin revandin, di bazarên koleyan de hatin firotin, tecawizî wan hate kirin û êşkence li wan hate kirin. Piştî vê qirkirinê bi deh hezaran Êzidiyan ji neçarî dev ji warê xwe berdan û koçî derên dûr kirin.

Piştî qirkirinê platforma me xwe gihand Êzidiyên penaber û koçber. Derket holê ku cihên ku Êzidî lê dijîn, ji bo wan ne ewle ye. Jinên Êzidî ji dêvila ku vê rewşê wekî qederê qebûl bikin, Meclîsên Jinan ava kirine û hewl dane birînên xwe bipêçin.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Ligel ku 5 sal ji ser qirkirinê derbas bûye û komîsyona lêkolînê ya Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî vê qirkirina Êzidiyan kiriye rapor, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tu pêngav nedaye destpêkirin. Ligel ku di vî warî de rapor hene jî wan tu daxuyanî nedane.

Li Qamişloyê civînek hatibû lidarxistin û yek ji xala encamnameya vê civînê ev bû ku divê NY vê qetlîamê nas bike û ji bo pêkanîna edaletê divê dadgeha cezayê ya navneteweyî ava bike. Di heman demê de divê gelê Êzidî karibe qedera xwe diyar bike û statuya xwe diyar bike.

Cezanekirina van sûcan cesaretê dide dewletên ku alîkarî dane avadaniyên vê qetlîamê û gelan dike hedefa qetlîamên nû. Bi destê netewe dewletan rêxistinên terorî yên wekî Ahrarûş Şam, El Nusra û HTŞ’ê polîtîkayên guherandina etnîk didome.

BANGA ROJA TÊKOŞÎNÊ YA LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN

Em bang dikin ku bila 3’ê Tebaxê bibe ‘RojaTêkoşînê ya li Dijî Qirkirina Jinan’. Federasyona Jinên Êzidî jî bang kiribû ku bila 3’ê Tebaxê bibe ‘Roja çalakiyê ya Femînîsedeyê’ Ji gelek welatan tevgerên jinan xwedî li vê bangê derketine û bi biryardariyeke mezin diyar kirine ku ew ê li hemberî vê hovîtiyê têbikoşin.

Em dibêjin ku heta jinek jî di nav destê van çeteyan de hebe, em jin yek ji me jî ne azad in.

BANG

Em bang li hemû jinên cîhanê û tevger û rêxistinên jinan dikin ku di 3’ê Tebaxa 2019’an de saet di 11.00’an de daxuyaniyan bidin, deqîqeyekê bêdeng bimînin û li hemberî qirkirinê têbikoşin.”