Ji bo 21 siyasetmedarên Kurd daxwaza girtinê

Ji 26 kesan ku ji rêveber û endamên TJA, DTK, DBP, HDP û HDK ku di operasyonên li navenda Amed û gelek bajaran hatin kirin de hatin binçavkirin, 21 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kes jî şandin Midûryeta Emniyetê ya Amedê.

Di 14'ê Hezîranê de li Amedê bi awayekî hevwext avêtin ser malên endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê û di serdegirtinê de 28 kes hatibûn binçavkirin. Ji 28 kesan 21 jê piştî karên îfadedayînê yên li muduriyeta polîsan danê nîvro sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Dozgeriyê, bi daxwaza girtinê 21 siyasetmedar û aktivîstên mafên jinan sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin.

Navê kesên ji bo girtinê hatin sewqkirin wiha ne: Nalan Gozden, Mehmet Guzel, A. Baran Dag, Sîbel Îldan, Zeynep Altinkaynak, Sara Aktaş, Şahcan Tunel, Salîh Keleş, Selahaddîn Kaygusuz, Kerem Dûrûk, Necla Nergîz, Sîbel Elvan, Hasan Înatçi, Helbest Îlkan, Cengîz Sokmen, Paşa Şeker, Ebubekir Bûdak, Ayşe Yagcî, Evren Ortaç, Hanim Aydin, Selahattîn Çap.

Lê belê Ercan Arslan, Ayşe Gokkan, Gul Kiziltaş, Devran Balkakışa û Yuksel Baran hîn jî li muduriyeta polîsan tên ragirtin.

Hatîce Ûçar û Devran Ak jî piştî îfadeya li muduriyeta polîsan hatibûn berdan.

Hat hînbûn ku wê lêpirsîna li dadweriyê heta derengê şevê bidomîne.