Ji binê xirbeyê qereqolê hestiyê mirovan derket

Li navçeya Bismilê ya Amedê, dema ku qereqola polîsan dihate hilweşandin, hestiyê mirovan ji binî derketin. Li herêma ku hestî jê derketin bi lez û bez beton hate rijandin. Hestiyên hatin dîtin jî radestî Midûriyeta Park Baxçeyan a Şaredariyê hatin kirin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê, karê hilweşandina qereqola polîsan sala 2021'ê destpê kir. Dema ku bi kepçeyê dihate kolandin, ji binê qereqolê hestiyên mirovan hate tespîtkirin.

Karkeran hestiyên mirovan ên tespît kirin, radestî Midûriyeta Park Baxçeyan a Şaredariyê kirin û piştre jî agahî ji aqûbeta hestiyên hatin tespîtkirin nehate wergirtin. Piştî ku hestiyên mirovan li binê xirbeyê qereqolê hatin dîtin, karê hilweşandinê hate rawestandin û beton li qada navborî hate rijandin.

HESTÎ JI ALIYÊ MELE VE BI DIZÎ HATE VEŞARTIN

Şahidekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku Midûriyeta Park Baxçeyan a Şaredariyê hestî di nava kartonekê de radestî meleyê şaredariyê kiriye û mele jî hestî bi dizî li cihekî cuda veşartiye.

Şahid got, dibe ku hestî yên mirovên di salên 1990'î de bi rengekî kiryarnediyar hatin kuştin bin.

DÎROKA KOMKUJIYAN A BISMILÊ

Li navçeya Bismilê ya Amedê di navbera salên 1992 û 1994'an de JÎTEM û Hîzbûllahê gelek komkujî kirin. Ji gelek mirovên ku hingî ji aliyê hêzên JÎTEM û Hîzbûllahê ve hatin revandin hîn jî agahî nayê girtin.

Di belgeyên Fermandariya Jendermeyan a Navendî ya Licê de ku salên 2000'î eşkere bû, bi îdîaya ku 'têkiliya xwe bi PKK'ê re heye' gelek kes hatibûn destnîşankirin û 13 kesên di wê lîsteyên de sala 1992'an û salên piştî wê ya hatin windakirin ya jî hatin qetilkirin.

Li Bismilê navê kesên ku di navbera salên 1988 û 1994'an de bi kiryar nediyar hatin qetilkirin an jî li nezaretxaneyê hatin windakirin wiha ne: Abdulkadîr Kûrt, Mûhlîs Akbûlût, Arap Guven, Îsmaîl Tûnç, Ozeyîr Kûrt, Mûsa Kolûman, Şehmûs Yuksel û Tûrgût Yenîsoy, Mahmût Çakmak, Şehmûs Çelîk, Cahît Ozalp, Salhattîn Akbûlût û Sadik Kortak.

Cenazeyên Îsmaîl Tûnç û Arap Guven li Goristana Pîşesaziyê ya Bismilê hatin dîtin, lê belê aqûbeta 11 kesan hînê nayê zanîn.