Ji ber xemsariyê DAÎŞ'ê dest bi revandina şivanan kiriye

Çeteyên DAÎŞ’ê dema dawî li Mexmûr û derdorî wê tevgera xwe zêde kiriye û dest bi revandina mirovan kiriye. DAÎŞ’ê li Herêma Qerec 2 şivan revandin.

Dema dawî li herêmên Başûrê Kurdistanê her diçe hem tevger hem jî karê terorî yên çeteyên DAÎŞ’ê  zêdetir dibe.

Çeteyên DAÎŞ’ê li Qerac ya ser bi Herêma Mexmûrê 2 şivan revandin û heya niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Duh derengiya şevê çeteyên DAÎŞ’ê li Herêma Qerac ya ser bi navçeya Mexmûrê 2 şivan revandin û heya niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Berî niha jî Rêveberê Polîsên navçeya Xurmato ragihandibû çeteyên DAÎŞ’ê li gundê Zerge yê girêdayî Xurmatoyê çar şivan revandine.

Hate ragihandin ji ji bo dîtina wan, leşkerên Iraqê dest bi operasyona lêgerînê kiribûn.