Ji ber wêneyê kurê xwe hate binçavkirin

Polîsên Tirk, bi hinceta ku 'wêneyê terorîst lê heye' avêtin ser mala Mûstafa Ayaz ê li Wanê û dest danî ser wêneyên kurê wî yê şehîd.

Hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser mala malbata Ferhat Ayaz ê li Îranê şehîd ket. Çekdarên Tirk dest danîn ser wêneyê Ayaz û bavê wî Mûstafa Ayaz binçav kirin.

Serdegirtina malan a li Wanê dewam dike. Yek ji malên ku hêzên çekdar ên Tirk avêtin ser, mala malbata Ayaz e. Çekdarên Polîs û Jendermeyên Taybet (JOH-POH) bi hinceta ku 'li malê wêneyê terorîst heye' avêtin ser mala Mûstafa û Nebahat Ayaz a li navçeya Tûşba ya Wanê. Di dema serdegirtinê de deriyên malê hatin şikandin. Tenê wêneyekî Ferhat Ayaz ê PKK'yî li malê hebû û çekdarên Tirk jî bi îdîaya 'terorîst e, endamê rêxistinê ye, sûc e' dest danîn ser wî wêneyî. Tevî ku dayik Nebahat Ayaz li ber rabû jî, çekdarên dewleta Tirk dest danîn ser wêneyê kurê wê û bav Mûstafa Ayaz jî binçav kirin. Desteserkirina wêneyê kurê wê, dayik Nebahat Ayaz gelekî êşand.

Malbatê diyar kir ku wan wêne ji înternetê girtine û nerazîbûn nîşan da ku yekane wêneyê Ferhat Ayaz ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatiye desteserkirin.