Ji ber vîrûsa Korona li Başûr kesek mir

Li Başûrê Kurdistanê ji ber vîrûsa Korona kesekî jiyana xwe ji dest da. Meleyê 70 salî îro jiyana xwe ji dest da.

Vîrûsa Korona ku li Çînê der bû û di demeke kurt de li gelek welatan belav bû û rê li ber mirina gelek kesî vekir, li Başûrê Kurdistanê jî bû sedema mirina kesekî.

Li bajarê Silêmaniyeyê, meleyê ku doh hate tespîtkirin bi vîrûsê ketiye îro jiyana xwe ji dest da.

Meleyê mizgefta Mahwî ya li Silêmaniyeyê Mele Reşît ê 70 salî, beriya hefteyekê ji Îranê vegeriyabû Silêmaniyeyê.

Tê gotin ku Reşît li Îranê bi vîrûsê ketibû.

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ TEDBÎRÊN DIYANETÊ DABÛ!

Piştî ku şewba vîrûsa Korona li Îranê bû sedema mirina mirovan, li Başûrê Kurdistanê saziyên tenduristiyê hin tedbîr wergirtibûn.

Di çarçoveya tedbîran de merasîmên sersaxiyê û nimêja Înê hatibûn betalkirin.

Lê belê Karên Diyanetê yê Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî van tedbîran dabû.