Ji ber sûcê qirkirinê li KE û DMME'yê giliyê Tirkiyeyê hate kirin

18 rêxistinên civakî yên sivîl ên navneteweyî ragihandin ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê qirkirinê kirine. Rêxistinan li Konseya Ewropayê (KE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) giliyê Tirkiyeyê kirin.

18 rêxistinên civakî yên sivîl ên li qada navneteweyî li dijî binpêkirina mafên mirovan kar dikin, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Serokatiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê (KE) re nameyek şandin û êriş şermezar kirin.

Di nameyê de işaret bi bûyerên binpêkirina mafên mirovan ên piştî êrişên dagirkeriyê hate kirin. Komeleya Parastina Mafên Mirovan a Awûstûryayê, Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Sûriyeyê û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li Ewropayê mohra xwe danîn binê nameyê.

'PIŞTÎ ÊRIŞAN BÛN NAVENDA BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN'

Di nameyê de hate destnîşankirin ku herêm piştî êrişên Tirkiyeyê veguheriye navenda binpêkirina mafên mirovan û hate ragihandin ku Enqereyê û komên wê "Sûcên qirkirinê û paqijiya etnîkî yên li dijî mirovahiyê kirine."

QALA SÛCÊN TIRKIYEYÊ HATE KIRIN

Di nameyê de hate destnîşankirin ku Enqere û çeteyên Enqereyê li pêşiya vegera sivîlan a li malên xwe dibin asteng, diziyê, talanê, şêlandina bi zora çekê dikin, mal û milkan desteser dikin, sivîlan direvînin, bi kêfî digire, daristanan dişewitînin, goristanan û sembolên çandî xera dikin. Hate ragihandin ku ev kiryar hemû di raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Serbixwe de hatine piştrastkirin.

Di nameyê de ev agahiya ku di rapora meha Mijdara 2019'an a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan de hate ragihandin, hate parvekirin: "Komên alîgirê Tirkiyeyê nahêlin ku Kurdên Sûriyeyî li malên xwe vegerin, mal û milkên Kurdên Sûriyeyî desteser dikin û dagir dikin."