Ji ber ku nexweş miayene kir, 4 sal û 2 meh ceza li bijîşk hate birîn

Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bijîşk Serdar Kunî di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê’ tedawî kiriye, 4 sal û 2 meh ceza lê hate birîn.

Di 24'ê Nîsana 2017'an de bi angaşta "Endamên rêxistinê tedawî kiriye" li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê derbarê Bijîşkê Navenda Referansê ya Cizîrê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) û Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Bijîşk Serdar Kûnî de doz hatibû vekirin. Di 7’emîn danişîna dawîn a Kûnî ku li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin de 4 sal û 2 meh ceza girtîgehê li Kunî hat birîn. Bijîk Kûnî derbarê cezayê ku lê hatiye birîn axivî.

Kûnî, diyar kir ku ew xwedî têgihiştineke bijîşkî ya li ser bingeha nirxên exlaqî yên gerdûnî ye û wiha got: “Biryara hatiye dayîn bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di sala 2016'an de dema qedexeyên derketina kolanan de, derheqê min de dosya hat vekirin. Her çend ez ne endamê rêxistinê bûm jî bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’ ceza li min hat birîn. Me wê demê jî got û em niha jî dibêjin, em bijîşk in. Li gorî erk û berpirsyariya bijîşkiyê em kesan muayene dikin. Em li gorî ol, nijad û nêrîna siyasî mirovan derman nakin. Em xwedî wijdan in. Di heman demê de nependîtina di navbera nexweş û bijîşk de ji bo me pir girîng e. "

Di dawiya axaftina xwe de Kûnî, destnîşan kir ku cezaya ne li wî li nirx û rêgezên bijîşkiyê hatiye birîn û ev tişt got: “Em vê biryarê weke êrişek li dijî nirxên bijîşkiyê dihesibînin û dinirxînin. Her bijîşkê ku xwedî nirxên bijîşkî û bi wijdan e vê yekê dike. Bijîşkê ku xwedî van erkan e tu caran nasname û nêrîna nexweşan a siyasî napirse û li gorî wê jî kesan derman nake. Kî bibe bila bibe, em neçar in ku divê em nexweşan derman bikin. Ji ber wê jî ev ceza di şexsê min de li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn. Ez ê bi zanistî û rêgezên bijîşkiyê peywira xwe bidomînim."