Ji ber gefên AKP’ê çapxane rojnameya Welat çap nakin

Ji ber gefên hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê ti çapxane, rojnameya tekane ya kurdî Welat çap nakin.

Zimanê çapemeniya azad û zimanê kurdî desthilata AKP/MHP’ê ditirsîne. Ji ber vê yeke jî her tim saziyên çapemeniya azad di hedefa êrîşan de ne û êrîşî saziyên çapemeniyê û saziyên ziman dikin. Ji ber gefên hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê çapxane, rojnameya tekane ya Kurdî Welat çap nakin. 

Serpehatiya Welat di sala 1992'an de bi rojnameyên Welatê Me û Welat ên heftane dest pê kir û bi Azadiya Welat, Rojeva Medya û Welat ku weke şopdarên van rojnameyan weşan kir. Rojnameya Welat ku 26’ê Tebaxa 2017’an bi dirûşma 'Naşkê û Nakeve' dest bi weşanê kir, 29’ê Adara 2018’an ji ber zextên AKP’ê yên li ser weşangeriyê ti çapxane Rojnameya Welat çap nake.