Ji ber êrîşa artêşa Tirk 4 gundiyên Xakurkê birîndar bûn

Balafirên şer ên Tirk serê sibehê bombe li gundên geliyê Şêx Zade barandin. Ji ber bomberdûmanê 4 gundî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi rêk û pêk bombeyan li cih û warê sivîlan ên li Xakurkê dibarîne.

Di dema êrîşê de zevî, bax û baxçeyên gundiyan tên şewitandin. Êvara Sêşemê zeviyên li geliyê Şêx Zade hatin şewitandin.

Gundiyan serê sibehê saet 6'an hewl dan şewatê vemirînin. Lê belê balafirên şer ên Tirk bombe li gundiyan barandin.

Ji ber bomberdûmanê çar gundî birîndar bûn, ku rewşa yekî ji wan giran e. Li gorî agahiyan navê du gundiyên birîndar Cabir û Xoşevî ne.

Hate ragihandin ku birîndar ji gundê Merga Reşê yê geliyê Şêx Zade ne û ji bo tedawîkirinê ew rakirine nexweşxaneya Soran.

Li gorî agahiyan kesên birîndar bûne di heman demê de pêşmerge bûn.