Ji ber berfê rêya 821 gundên Kurdistanê hatin girtin

Ji ber berfê rêya 821 gundên Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Qileban û Elkê hatin girtin.

Ji duh êvarî ve li Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Şirnex, Qileban û Elkê bênavber berf dibare. Ji ber berf û pûkê li navçeya Şaxê ya Wanê rêya 124, li Serayê rêya 70, li Elbake rêya 22, li Ebexê 44, li Erdîşê 12, li Payîzavayê 30, li Rêya Hevrîşmê 5, li Qelqeliyê 60 û li Tûşbayê jî rêya 5 gund û mezrayan hate girtin. Ji ber berfê rêya Wan-Serayê jî hate girtin.

COLEMÊRG

Li Colemêrg û navçeyên wê ji ber berfê rêya 74 gund û mezrayan hate girtin. Navenda bajêr û Gever jî di bin berfê de man.

MÛŞ

Li Mûşê û navçeyên wê jî bênavber berf dibare. Rêya 17 gund û mezrayên girêdayî navendê, li Korkûtê 10, li Kopê 55, li Melezgirê 65 û li Gimgimê jî rêya 3 gundan ji ber berfê hate girtin.

BEDLÎS

Li Bedlîsê jî germahiya hewayê di bin sifirê de ye û ji ber berfê rêya 224 gund û mezrayan hate girtin. Ji bo vekirina rêyan ji duh bi şev ve xebat tên kirin.

ŞIRNEX

Ji ber berfê rêyên navçeyên Şirnexê Qileban û Elkê û rêya gundên bi ser van navçeyan hate girtin.Kesên xwestin biçin gundên xwe, gelekî zehmet kişandin, li navçeya Elkê neçar man ku 2 kîlometreyan bimeşin.