Ji ber bahozê xisar li gelek gundên Wanê bû

Bahoza ku sê roj in li Wanê rabûye, li navçeyên Qelqelî, Ebex, Saray û Elbakê xisareke mezin li gundan kir, 10 heywan telef bûn.

Li Wanê sê rojên dawî bahozek rabûye ku leza xwe saetê digihêje 35 kîlometreyî. Ji ber bahozê li gelek navçe û gundan xisareke mezin çêbû. Bahozê bi giranî li navçeyên Qelqelî, Saray, Ebex û Elbakê bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.

Ji ber bahoza ku bi giranî nîvê şevê rabû, li taxên Sixkê, Serhat, Sehehaddîn Eyyubî û Hacibekîrê banê hin xaniyan û rawestgeheke mînîbusê rakir. Ji ber bahozê ku leza wê saetê digihêje 35 kîlometreyî, xeta veguhastina enerjiyê ya elektrîkê têk çû. Car carna elektrîk qut bû.

KONÊN HEYWANAN HILWEŞIYAN

Li navçeya Elbak a Wanê ku birînên erdheja 22'ê Sibatê hîn nehatine pêçandin, konên li erdhejzedeyan hatine belavkirin ji ber bayê du rojên dawî, xera bûn. Li gundên ku ba lê rabû, konên erdhejzedeyan û stargehên heywanan xera bûn. Ji ber ba, elektrîka li kon û konteynirên erdhejzedeyan qut bû.

Li navçeya Elbakê jî ji ber ba û bahozê banê gelek xanî û saziyan hilweşiyan û xisar li darên fêkî û serayan bû.

HEYWAN TELEF BÛN

Ba û barana ku pêr bi şev bi bandor bû li navçeya Qelqeliyê bandoreke neyînî li jiyanê kir. Li taxa Yûkari Koçkiran a navçeyê, ba û bahoz bûn sedema ku kadîn xera bibe. Ji ber vê yekê jî gelek heywan telef bûn. Li navenda navçeyê jî banê gelek avahiyan hilweşiyan.

LI EBEXÊ BANÊ 200 XANIYAN HILWEŞIYAN

Yek ji navçeyên ku ba û bahozê bandoreke giran lê kir navçeya Ebexê bû. Li gorî agahiyan, li Ebexê banê 200 xaniyan û 25 avahiyan xera bûn. Piştî ku bahoza li navçeyê kêm bû karê ji bo tespîtkirina xisarê dest pê kir.

LI SARAYÊ XISARA MADDÎ

Li navçeya Sarayê di serî de li taxa Sirimliyê banê gelek xaniyan hilweşiyan, dîwarê kadînekê xera bû. Ji ber ku banê xaniyekî bi ser mînîbûsa M. Tahîr Ozkaplan ket, xisareke mezin çêbû. Hevşaredarê Sarayê ku qeyûm danîn şûna wî Şahabettîn Bîlmez diyar kir ku li gelek herêmên Sarayê xisareke mezin rû da û ew li ser mijarê bi gundiyan re axivî. Bîlmez diyar kir ku rayedar bi xemsarî tevdigerin û gundî hewl didin bi derfetên xwe piştgiriya hev bikin.