Ji ber avêtina topan agir bi daristanê ket
Li bejahiya Mergelo ya Bîtlîsê ji ber avêtina topan agir bi daristanê ket û gundên derdorê jî ketin nav metirsiyan.
Li bejahiya Mergelo ya Bîtlîsê ji ber avêtina topan agir bi daristanê ket û gundên derdorê jî ketin nav metirsiyan.
Qereqola leşkerî topan diavêje bejahiya Mergelo ya li hemberî gundê Kasrikê ya Bîtlîsê. Li daristana ku nêzî rêya Bîtlîsê ye şewat çêbû. Li cihê ku topê diavêjinê, gelek mal hene. Şewata li daristanê hê jî didome û gundên li herêmê diyar kirin ku jiyana wan di xetereyê de ye. Avêtina topan li gund û rêya bejahiyê bû sedema metirsiyê.
Hat hîn bûn ku hefteyek e topê diavêjin wê herêmê.