Ji bazarên firotinê ber bi çiyayên Kurdistanê

Gerîlaya bi navê Pelda Koçer a ku ji ber zewaca bi darê zorê û ji ber firotina li bazaran berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û dibe gerîla, dibêje ku, “Min dît ku li çiyayên Kurdistanê hêvî û jiyan heye.”

Em li qadên gerîlayan li çîroka jineke Kurd rast hatin. Ew qala çîroka xwe ya zewac û ya li bazarên firotinê dike. Di wê çîrokê de zext heye, bazarî û firotina li kolanan heye. Lê vê jina Kurd her dem bi hêvî ye. Hêvîyên jina Kurd heta çiyayên Kurdistanê bi rêwitiya azadiyê berdewam dike. Ev kes gerîlaya jin Pelda Koçer e ya ku ji Rojava ye.

Koçer di zarokatiya xwe de her tim zext lê tên kirin. Ji aliyê malbatê ve û bi darê zorê ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Li Başûrê Kurdistanê tê xapandin û zewicandin. Koçer di vê rêwîtîya xwe ya bi êş de, hewl dide ku rûpeleke nû di jiyana xwe de veke. Pelda zewaca bi darê zorê qebûl nake. Koçer, jiyana li pişt çiyayan meraq dike. Bi xwesteka xwe berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, ji bo ku gerîla û jiyana çiyayan nas bike. Li rêka çiyayan digere. Bi serpêhatî û rêwîtîya xwe ya trajîk re, kêlî bi kelî qala rojên ne xweş dike. Pelda Koçer, armanca xwe ya rizgarbûn û azadiyê di nav xweza û çiyayên Kurdistanê de dibîne. Koçer beşdarbûna xwe ya çiyayan û ya di nav refên HPG-YJA STAR’ê de ji ajansa me re dinirxîne.

Gerîlaya HPG-YJA STAR’ê Pelda Koçer ku ew niha li çiyayên Kurdistanê têdikoşe, di sala 1996’an de li bajarê Serêkaniyê ji dayik dibe. Gerîlaya jin Pelda Koçer wisa qala çîroka xwe dike, “Di pêvajoya 2013’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve xaniyê me hat teqandin. Dayik û bavê min mirin. Di nav malbatê de her tim şer hebû. Em sê xwişk û bira ne. Ez her tim di nav malê de dihatim girtin. Ez hesret dimam ku carinan derkevim derve û ji xwe re bigerim. Lê malbatê ev tişt li min qedexe dikir. Ji ber ku şîddet roj bi roj dihat zêdekirin. Ez û xwişka xwe em bi çolan diketin. Tenê dapîra min alîkarî bi me dikir. Li hember zext û lêdanê helwesta xwe nîşan dida. Atmosfera ku em tê de mezin dibûn, pir dijwar derbas dibû. Dapîra min jî; ji bo min ji vê atmosferê xilas bike, her şev çîrokek digot. Di malbatê de, tenê dapîra min, em diparast. Zextên li ser min û yên li ser xwişka min qebûl nedikir.”

BI DARÊ ZORÊ EZ ZEWICANDIM

Gerîlaya YJA-STAR’ê Pelda Koçer diyar dike ku ji bo zewicandinê tê xapandin û ji aliyê malbatê ve biryara zewacê lê tê dayîn. Pelda Koçer; wisa qala çîroka xwe ya zewicandina bi darê zorê dike, “Apê min ji min re her tim nêzikatiyên pir xerab raber dikir. Ji bo Apê min bikaribe serweriya xwe û deshilatdarîya xwe ser min çêbike, birayê min jî xist zindanê. Birayê min her tim xwedî kesayeteke hestiyar bû. Birayê min jî nêzikatî û zextên apê min qebûl nedikir. Apê min rojekê ji min re got; ka were sûkê pêdivîyên we bi çi hene, ez ê bikirim. Gava ku bi apê re xwe çûm sûkê, apê min di nava sûkê de qîr dikir. Apê min hewl dida ku min bi pereyan bifiroşe. Piştre xalê min meseleye min ya firotinê dibihîse. Xalê min ji vê meseleya firotinê aciz dibe. Xalê min bi pereyan min ji apê min dikire. Xalê min nedixwest ku ji aliyê hinek kesên xerîb ve werim kirîn. Xalê min, min bi pereyan rizgar dike. Ez di du mehên despêkê di nav malbata xalê xwe de mam. Bi herdu heyvên destpêkê, ji min re nêzikatiyên baş raber dikirin. Piştre hat fêmkirin ku nêzikatiyên xalê min jî ne rast in. Min dît ku xalê min jî her tiştî ji bo berjewendiya xwe dixwaze. Ez bi kurê xalê xwe re, bi darê zorê hatim zewicandin. Di nav malbata xalê xwe de her kesî êşkence li min dikir. Di nav mala xalê min de hemûyan bi rêbazên cur bi cur şîddet li min dikirin.”

Pelda Koçer; di dirêjahiya axaftina xwe de diyar dike, ew bawer nake ku rojekê ji vê êşkenceyê xelas bibe û du caran ew dixwaze xwe bikuje.

‘MIN XWEST XWE BIKUJIM’

Pelda Koçer wisa qala hewldana xwekuştinê dike, “Ez carinan gelekî aciz dibûm. Carinan min dixwest ez xwe bikujim. Carekê min bîdona gazê bi ser xwe kir û min xwest xwe bişewitînim. Ji ber ku zewaca bi darê zorê û êşkenceyê, mirin dianî bîra min. Ez li rêya rizgariyê digeriyam.”

Pelda Koçer, di zarokatiya xwe de navên Apogeran bihîstiye. Bi rêka hinek kesan hewl dide ku rêka çiyayan fêr bibe. Xwişka Pelda Koçer jê re dibêje “Were min rêkek dîtîye Ew rê xwe digihîne heval û çiyayan.”

Koçer dibêje ku “Ez piştê ku hatim nav hevalan, tevlî nav refên gerîla bûm. Jiyana min xweştir bûye. Di nava PKK’de wate û girîngîya jiyanê heye. Ez dikarim bibêjim ku cardin ji nû ve ji dayik bûme. Jiyana gerîla her tim balkêş e. Min di zarokatiya xwe de her tim li govend û dîlana gerîla temaşe dikir. Her çiqas hinek zehmetiyên xwe yê jiyanê hebin jî, jiyana çiyayan cuda ye. Hevaltiya di nava PKK’ê de cuda ye.”

Pelda Koçer; Ev du sal in ku di nav refên HPG-YJA STAR’ê de cih digire. Ji bo gelê Kurd û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dixwaze tekoşîna xwe her tim bilind bike. Koçer di dawiya axaftina xwe de bi vî awayî qala jiyana gerîlayan dike “Gava ku ji Başûrê Kurdistanê hatim û tevlî nav refên gerîlayan bûm, vî tiştî bandoreke mezin li min kir. Di nav çiyayan de min texmîn nedikir ku jiyaneke wiha heye. Dema ku min li derdora xwe temaşe dikir, min didît ku bi dehan hevalan bi hev re karan dikin. Germahiya jiyanê li rûyê mirovan dixist, hevaltiya wan û jiyana wan bala min kişand. Wê demê min fêm kir ku jiyana gerîla û xweşikbûna çiyayan li ser mirovan hestên cuda dide avakirin.’’

Pelda Koçer êdî bi rêwîtîya jiyanê, bi rêwîtîya azadiyê, li qadên Behdînanê bi çeka xwe û bi jiyana çiyayan re rûkenîya xwe diyar dike. Koçer; di nav çiyayên pîroz de bihust bi bihust bi komên gerîlayan re dimeşe.