Ji Amedê bang hate kirin: Encam wê giran be; daxwazên girtiyan bi cih bînin

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê, bal kişandin ser berxwedana zindanan a li dijî tecrîdê û xwestin, ku daxwazên girtiyan tavilê bi cih bên anîn.

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Amedê, Odeya Tabîban (DTO) û Nûnertiya Komeleya Însiyatîfa HAK , têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîda li ser Ocalan, li avahiya ÎHD'ê ya bajêr daxuyanî dan çapemeniyê.

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytûn daxuyanî da û bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tİrkiyeyê ku di 27'ê Mijdara 2020'î de dest pê kir, 70 roj li pey xwe hiştiye.

'TECRÎD Û ÊŞKENCE ZÊDE DIBIN'

Zeytûn diyar kir ku tecrîd, êşkence û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan zêde bûne û got, "Li dijî kiryarên kêfî û qanûnî, greva birçîbûnê ya girtiyan carke din ketiye rojevê. Ev çalakî, di serî de mafê jiyanê rîskên giran bi xwe re tîne. Em van rîskan ji tecrûbeyên beriya niha zanin. Ji ber vê yekê em bi fikarin."

'DIVÊ TAVILÊ GAV BÊ AVÊTIN'

Zeytûn destnîşan kir ku divê tecrîd û binpêkirina mafên mirovan, tavilê bên bidawîkirin û got, "Ji ber vê yekê bi navê saziyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê, ji bo greva birçîbûnê encamên giran bi xwe re nîne, em bang li Wezareta Edaletê û saziyên pêwendîdar dikin ku tavilê binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bike, mafê hiqûqa neteweyî ya navneteweyî yên girtiyan misoger bikin û bang li girtiyên di grevê de ne jî dikin ku dest ji greva birçîbûnê berdin."