Ji 66 kesên ku li Amedê hatibûn destgîrkirin 4 kes hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ku têkildarê pîrozbahiya Newrozê li Amedê hat destpêkirin de 66 kes hatibûn destgîrkirin. Ji wan 66 kesên destgîrbûyî, 4 kes hatin girtin.

Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Amedê de 66 kes bi hêceta “pîrozbahiya Newrozê” hatibûn binçavkirin. Ji van 66 kesan 62 kes hatin berdan û 4 kes jî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnamevan Mîr Alî Koçer jî di nav vê koma binçavkirî de hatibûn binçavkirin û hatibûn berdan. Dadgehê bi giştî 62 kes berdan û Înanç Mutlu, Farûk Azarkan, Recep Atan û Enver Guler jî bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” da girtin.