Ji 5 kesên li Farqînê hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin

Ji kesên li navçeya Farqînê ya Amedê di 5'ê Çileyê de hatin binçavkirin 3 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.

Li navçeya Farqînê 5'ê Çileyê û piştî wê di serdegirtina malan de Mûrat Aslan (26), Selman Aktar (19) û Cîhan Almaz jî di nav de 5 kes hatibûn binçavkirin.

Kesên ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar hatin kirin.

Aslan, Aktar û Almaz bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" hatin girtin, 2 kes jî hatin berdan.