Jendermeyan wesayîta Acar lêkolîn kir

Wesayîta karsaz ê Amedî û HDP’yî Kamil Acar ê li ketina bajar nêzî Qereqola Pîrîclîkê hatibû dîtin, ji aliyê jendermeyan ve hate lêkolînkirin.

Wesayîta karsaz ê Amedî û HDP’yî Kamil Acar ê 20 km ji bajar dûr li nêzî Qereqola Pîrîclîkê hatibû dîtin. Li ser hewldanên malbatê piştî dîtina wesayîtê agahî hate dayîna polîs û jendermeyan. Tîma Lêkolînê ya Cihê Bûyerê ya Jendermeyan a piştî bûyerê bi 3 saetan çû cihê bûyerê, dest bi lêkolînkirina wesayîtê kirin. Bi temambûna lêkolînkirina bûyerê re, Parlemeterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Mûsa Farîsgolûllarî û hevserokên HDP’ê yên bajrê û komek parêzer ber xwe dan cihê bûyerê.

Piştî lêkolîna hate kirin û şûnde wesayît dan malbata Arac.

Piştî lêkolînkirna bi qasî 2 saetan û şûnde, HDP’yî, parêzer û malbata Acar ji cihê bûyerê veqetiyan. Hate ragihandin ji bo dîtina Acar lêgerîn didomin.Hate destnîşankirin ku ji bo dîtina Acar ji Navenda Giştî ya HDP’ê bi Mişteşarê Wezarata Karê Hundir re ketiye nava têkiliyan.

Al aliyê din ji saetên şevê ve ferdên malbata Acar serlêdana Qereqola Alîan a li Rezanê kirine. Dîsa parêzeran duh bi şev serlêdana windahiyê li Dozgeriya Amedê kirine. Vê sibehê ji bo Acar gilîyê bi darê zoarê ya Acar a revandin ji bo Dozgeriya Sîweregê hatiye kirin.