Jendermeyan êrîşî xwepêşandana protestoyî ya li dijî DEDAŞ’ê kir

Jendermeyan êrîş bire ser xwepêşanderên pêkanîna DEDAŞ’ê ya li Mêrdînê protesto dikirin. Di êrîşê de 6 kes hatin destgîrkirin.

Jendermeyan êrîş bire ser girseya gel a ku panoyên elektirîkê ya ji aliyê Belavkariya Elektirîkê ya Dicle Aş. (DEDAŞ) a li bejahiya gundê Girharrîn a navçeya Artûklû ya Mêrdînê xwestin danin ser dîrekan şemezar dikirin.

Tîmên DEDAŞ’ê yên li gel sedan jendermeyî ketin taxê, gel jî bi bendên danî rê girtin û protesto kirin. Di navbera gel û jendermeyan de ku demekê alozî dom kir, bûyer mezin bû. Li ser vê jendermeyan bi TOMA û ava şid û germ êrîş kirin. Gel jî bi keviran bersiv dan. Gel ê ku xwestin tîmên DEDAŞ’ê ji taxê derxin, li taxê teker şewitandin û sekinîn.

Di êrîşê de 2 kes bi sivik birîndar bûn, 6 kes jî hatin destgîrkirin.

Kesên hatibûn destgîrkirin piştre hatin berdan.