'Iraqî û Kurd nebin yek, wê Tirkiye li nava Iraqê serbest bigere'

Çavdêrê siyasî Felah Selah: Eger Iraqî baldar nebin û di çarçoveya bernameyeke niştimanî de kar nekin, di nava du rojan de wê dewleta Tirk bikeve xaka Iraqê û li nava xaka Iraqê serbest bigere.

Çavdêrê siyasî Felah Selah bal kişand ser pirsgirêkên neavabûna hikûmeta Iraqê û dîsa neyekbûna Kurdan û ziyanên ku wê ji vê derbikevin.

Li ser hilbijartina encûmanî nûneran a Iraqê re tevî 6 meh derbas bûn jî hê jî Adil Ebdulmehdî yê bi erka avakirina hikûmetê hatî wezîfedarkirin nekariye wezaretên ku bikare hikûmetê ava bike pêk bîne.

Ji ber nakokî û nelihevkirinên aliyên Iraqî yên li navxweyî ya Iraqê her diçe destwerdanên dewleta Tirkiye ya dagirker a li ser xaka Iraqê zêde dibe. Çavdêrê siyasî Felah Selah li ser sedemên neavabûna kabîneya hikûmeta nû ya Iraqê û destwerdanên Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxandin kir.

‘SEDEM NEYEKBÛNA ALIYÊN SIYASÎ YÊN IRAQÎ NE’

Li ser mijara neavabûna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê Çavdêrê siyasî Felah Selah axivî û diyar kir ku piştî hilweşandina rejîma Baas a sala 2003’an û şûn de her çû hikûmeta Iraq her ji bo avakirina hikûmete nû direng dikeve. Silah got: “Yek ji sedema vê ya dereng avakirina hikûmetê jî neyekbûna di navbera aliyên siyasî ya herêmê de ne. Heta niha jî ne hêzên siyasî yên Şîî, ne Sune û ne jî Kurd nekarîne hevkariyekê li gel kabîneya Sarîûn a ji 53 kursiyan pêk tê. Ew jî bi serê xwe nikare hikûmetê ava bike. Dîsa yek ji sedemê din jî ew e ku hêzên Şîî di nava xwe de pêşbaziyê dikine.

Çavdêrê siyasî di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser neyekbûna li ser wezaretan û wiha pêda ket: “Nelihevkirinek li ser çend wezaretan heye; yek ji van jî Wezareta Navxweyî ya ji bo Şîiyan e, dîsa Wezareta Parastin ji bo Sune, Wezareta Dadê ji bo Kurdan. Li nav Kurdan jî li ser vê wezaretê nakokî û nelhevkirin heye. Ew aliyên ku wezaret ji bo wan hatine diyarkirin jî nikarin li nava xwe yekê hilbijêrin ji bo wê wezaretê. Ev jî bûye yek ji sedemê ku kabîneya nû ya hikûmetê neyê avakirin.

Selah anî ziman ku neyekrêzî û nelihevkirina nava hêzên Iraqiyan kiriye ku rojevên derve jî bandorê li nepêkanîna hikûmetê jî bike.

‘NAKOKÎ JI XALÊN HEVBEŞ ZÊDETIRIN’

Çavdêrê siyasî Felah Selah bal kişand ser aliyên hevbeş û nakok ên nava aliyên siyasî û ev nirxandin kir: “Nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Iraqê zêdetirin ji xalên hevbeş. Bi taybet ev yek di nava Şîiyan de pir li pêş e. Bi taybet dema ji bo hilbijartina wezîrê hundir dema aliyên Şîî Falah Feyazan ku nêzîkî Îranê ye ji bo wezîrtiyê nîşandan û şûnde, kîtleya Sarîûn û hêzên Sune ev yek red kirin.

‘IRAQ BALDAR NEBE, WÊ TIRKIYE TÊKEVE IRAQÊ’

Rewşa siyasî ya Iraqê niha ne tenê xaleke ew jî hêzên siyasî yên li Iraqê ne. Li Iraqê gelek rojevên cuda hene. Yek ji wan rojeva Îran, rojeva Tirkiye, dîsa ya ji hemûyan bibandortir Emerîka ye. Ji bo wê eger di vê rewşê de Iraqî baldar nebin di çarçoveya bernameyeke niştimanî de kar nekin, di nava du rojan de wê dewleta Tirk bikevin xaka Iraqê ku di roja îro de çawa li Sûriyeyê ye, wê li nava xaka Iraqê serbest tûran bavêjin. Ev yek ji bo Îranê jî derbasdar e.”

‘NEWKEHEVIYA LI NAVA KURDAN, LI HEMBERÎ DAXWAZÊN LI BEXDA LEWAZ DIKE’

Selah nakokî û aloziyên li nava Kurdan jî bibîr xist û ev tişt got: “Piştî sala 2005’an û şûn de ku cara yekem Sekreterê Giştî yê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Mam Celal Telebanî bû Serokkomarê Iraqê û şûnde ev erk di nava aliyên Kurdî yên siyasî de ji aliyê YNK’ê ve bihata diyarkirin. Lê di vê hilbijartinê de li ser vê erkê PDK’ê YNK’ê li hev nekirin. Ev nakokî hê jî didome. Ev newekheviya li nava Kurd destê Kurdan ên li Bexda nexweş dike.”

‘KURD BIBIN YEK, PIRSGIRÊK JÎ WÊ DI ÇARÇOVEYA DESTÛRÊ DE ÇARESER BIBIN’

Çavdêrê siyasî bal kişand ser erk û rola serokkomariyê û got: “Niha halê hazir desthilata herî mezin li Iraqê Serokkomarî ye. Ji bo vê gelek pirsgirêkên heyî ku mîna pirsgirêka Kerkûk, dîsa pirsgiêrkên Herêmên bi nakok a madaya 140, pirsgirêka bûdce û pêşmerge heye. Eger aliyên siyasî yên Kurd li hev bikin û bikarin li gel Serokkomariyê têkiliyek baş dane wê ev hemû pirsgirêk di çarçoveya siyasî de bên çareserkirin.”

‘BI HEV RE DIKARIN MAFÊ XWE BI DEST BIXIN’

Selah hişyarî da aliyên siyasî û wiha pêde çû: “Eger di vê dema ku pirsgirêk hem li aliyê Kurd û hem jî li Bexda heye, nebin yek wê bandorekî mezin li Kurdan bike. Di rewşa niha de ji 60 parlementeran zêdetir parlementerên me li Bexda hene. Dîsa wezaretên girîng di destê me de ne, eger em bi hev re tevger bikin, em ê bi karin daxwaza mafê xwe ji Iraqê bikin. Eger wiha nebe Kurd wê ziyanê bibînin.

‘HEMÛ SAZÎ Û WELATÎ DIVÊ YEK HELWEST BIN’

Çavêdêrê siyasî Felah Selah bal kişand ser êrîş û dagirkirina xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Dewleta Tirkiye ji sala 1997’an û vir ve ketiye xaka Iraqê. Erkê hikûmeta Iraq û herêmê parastina xak û seweriya herêmê ye. Di vê çarçoveyê de divê di serî de hemû sazî û dezgehên Iraqê û welatiyan ji bo pêşîgirtin û astengkirin dagirkeriyê bi rola niştimanî rabe. Eger ev pêk neyê wê Tirkiye li nava xaka Iraqê bi serbestî tevger bike.”

‘TIRKIYE HEM SIYASÎ Û HEM LEŞKERÎ DESTDIRÊJÎ IRAQÊ DIKE’

Herî dawî çavdêrê siyasî Selah destnîşan kir ku Tirkiye ne tenê çend rêbazên cuda destdirêjî Iraqê dike, her wiha destdirêjî warê siyasî û leşkerî jî dike. Selah got: “Em rojane dibînin dewleta Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê bi hinceta PKK’ê êrîş û bombeyan dibarîne. Çareseriya herî baş divê pirsgirêk bi rêbazên dîplomasî bi rêya Serokkomar bê destgirtin û çareserkirin. Ji bo pêşî li êrîşên dewleta Tirk bê girtin.”