îmzeyên ji bo derxistina artêşa Tirk hatin komkirin radestî Nûnertiya Iraqê kirin

JCT û TCW 50 hezar îmzeyên di çarçoveya pêngava ‘BIRÛXÎNE’ ji bo derxistina leşkerên Tirk a ji xaka Başûrê Kurdistanê dabûn destpê kirin radestî Nûnertiya Parlementoya Iraqê ya Silêmanî kir.

Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz (JCT û TCW) di 5 Tîrmehê de di bin Pêngava “BIRÛXÎNE” de ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikeve kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin. Rêxistinên Ciwanan, li seranserê gund, navçe û bajarên Başurê Kurdistanê xebatên îmze komkirinê dan meşandin.

Ciwanan, di vê çarçoveyê de 50 hezar îmze komkir.

Ciwanan îro 50 hezar îmzeyê ku komkirin radestî Nûnertîya Parlementoya Iraqê ya Silêmaniyê kir.

Heyeta Ciwanan ji Parlementerê Fransiyona Goran a Iraqê Kawa Mihemmed hat pêşwazî kirin. Ciwanan bi Parlementer Kawa Mihemmed re hevdîtin kir û piştre jî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê heyeta ciwanan Arman Taha, di derbarê kampanyayê de agahdarî da û destxweşî li Nûnertiya Parlementoya Iraqê kir. Arman diyar kirin ku wê ji bo îmzeyan ji Serok û Cigirê Serokê Parlementoya Iraqê jî randevû xwestine.

Parlementer Kawa Mihemmed jî axivî û destxweşî li li rêxistinên Jiyannawe Gencan û Jinên Gencên Tekoşer kir û got: “Em ê heta dawî li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin. 50 hezar îmze em ê bigîhînin Parlementoya Iraqê.”