Hunermendan piştgirî dan Demîrtaş, nerazîbûn nîşanî Erdogan dan

Ji ber ku Erdogan ji Demîrtaş re gotibû "terorîst" hunermendan nerazîbûn nîşan dan.

Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan piştî civîna G20'yê dema ku bersiv dida pirsên rojnamevanan ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re gotibû "terorîst". Li hemberî vê gotinê nerazîbûn zêdetir dibin.

26 hunermendên ku li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat dijîn bi vîdeoyeke kurt piştgirî dan Demîrtaş û nerazîbûn nîşanî Erdogan dan.

Hunermendên ku di vîdeoyê de ev in: Hozan Kawa, Farqîn Azad, Bulent Tûran, Hozan Canê, Azad Bedran, Pınar Aydinlar, Hasan Tercan, Alî Baran, Erol Berxwedan, Ozlem Baglayan, Çetîn Zîlan, Firat Med, Kewê, Azad Amede, Îhsan Xelikan, Aram Serhad, Ferman Patîev, Serdar, Amed, Kawa Ûrmiye, Adil Botan, Xanemîr, Berbang, Hasan Alî, Koma Zelal, Hozan Aydin.

PEYAMÊN HUNERMENDAN

Hunermendan ev peyamên hanê dan:

Hozan Kawa: Rêzdar Selahattîn Demîrtaş ne terorîst e. Serokekî bi rûmet e yê ku îradeya bi milyonan kesan temsîl dike.

Farqîn Azad: Selahattîn Demîrtaş îradeya gel e. Deng û îradeya gel e. Temsîla aştî, edalet û azadiyê ye.

Azad Bedran: Selahattîn Demîraş ne terorîst e. Îradeya me ye.

Pinar Aydinlar: Selahattîn Demîrtaş îradeya milyonan e. Demîrtaş rûmeta me ye û em heta dawiyê bi wî re ne.

Alî Baran: Kesekî ku 6 milyon deng stendibe terorîst be, nexwe ev tê vê wateyê ku 40 milyon Kurdan jî terorîst îlan dikin. Selahattîn di dilê me de ye.

Ozlem Baglayan: Di civîna G20'yê de qala Selahattîn Demîrtaş kiriye nexwe ev nîşan dide ku gelekî ji wî ditirse.

Hozan Canê: Feraseta ku ji îradeya 6 milyonan re dibêje terorîst, em şermezar dikin.

Adil Botan: Yên ku Şirnex, Cizîr, Sûr û Nisêbîn hilweşandin, ew terorîst in. Terorîst ew in ên ku hesabê Roboskiyê nadin.