Li Silêmaniyê hunermendên ji Başûr başûr û Bakurê Kurdistanê erîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Daxuyaniya ku Îbrahîm Ehmed li ser navê hunermendan xwend wiha ye;
“Dewleta Tirk careke din bi mebesta dagirkirina Başûrê Kurdistanê ku bi xwîna bi hezaran cangoriyan hatiye rizgarkirin, bi hovîtî êrîşân dike.”
Hunermendan êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li hemû siyasetvanên Kurd kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin û nehêlin Başûrê Kurdistanê bibe cihê şerê navxweyî û gel ber bi çarenûseke nediyar ve biçe.
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Mebesta dewleta Tirk a dagirker ji ya ku gel qal dike wêdetir e. Wek ku ew bixwe dibêjin, heke li Marsê jî tiştek bi navê Kurdan hebe, wê ji holê rakin.”
Hunermendan ji alî û partiyên siyasî xwest ku bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin û gotin ku rêya bi rûmet ew e ku berjewendiyên neteweyî li ber çavan bigirin.