Hunermend li dijî êrîşên dagirkeriyê dikevin tevgerê
Endamên Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê dayî destpêkirin, hatin cem hev û maseya krîzê ava kirin.
Endamên Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê dayî destpêkirin, hatin cem hev û maseya krîzê ava kirin.
Endamên Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê têkildarê êrîşên qirkirinê û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û pêvajoya îxanetê nirxandin kirin.
Di çarçoveya ku weke tevger çi dikarin bikin de maseya krîzê hat avakirin û rêze biryar hatin girtin.
Li gorî vê;
Hat diyarkirin ku wê di rojên pêş de bernameya çalakiyan a tevgerê were eşkerekirin.
Hunermend Xelîl Xemgîn ev peyam da: “Dem dema azadiyê ye. Weke hunermendên civaka Kurd di nava vî şerê man û nemanê de ne em bi gelê xwe re. Em ê di 30'ê Nîsanê de li Dusseldorfê bi gelê xwe re bin. Li dijî dagirkeriyê, em li ku bin, ji bo yekîtiya gelê xwe, em li ku derê dibin bila bibin em dibêjin, bijî berxwedana gerîla.”