Hunermend Çat û Arzû serdana Leyla Guven kirin
Hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kirin ku 116 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kirin ku 116 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Serdanên ji bo piştgiriya bi Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re dewam dikin. Hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû serdana mala Leyla Guven a li taxa Bagcilar a navçeya Baglar a Amedê kirin.
Di dema serdanê de Kadîr Çat strana "Kemal Pîr Yoldaş" ji Leyla Guven re got, ku stran li ser berxwedêrên zindana Amedê hatiye amadekirin.