BI DÎMEN

HRE: Leşkerek û 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên 13-17'ê Tebaxê de leşkerek û 8 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 12 leşker û çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 13-17’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê agahî da.

HRE’yê diyar kir ku di çalakiyan de leşkerekî û 8 çeteyên dewleta Tirk dagirker hatine kuştin û 3 leşkerên Tirk û 9 çete jî birîndar bûne.

Hate gotin: "Li hember êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê, hêzên me li xeta Şêrewa, Mare û Babê çalakiyên bersivdayînê lidar xistin."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“13’ê Tebaxê di çalakiya sekvanî ya li xeta Mareyê de çeteyekî dagirker hate kuştin.

14’ê Tebaxê baregehên dewleta Tirk a dagirker ên Mare û Babê bi çalakiyên taybet hatin hedefgirtin, di encamê de leşkerek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

16’ê Tebaxê di çalakiya sekvanî ya li xeta Mareyê de çeteyekî dagirker hate kuştin.

17’ê Tebaxê li xeta Şêrewa çalakiyeke serdegirtinê hate lidarxistin. Li wir di destpêkê de hêzên me ketin mevziyên dijmin, dagirkerên tê de kuştin û her wiha mevzî  bi temamî hatin îmhakirin. Dagirkerên ku xwest birevin û xwe di tunelan de veşart, li wan jî hat xistin. Di encama vê çalakiyê de 6 çeteyên dagirker hatin kuştin û 9 çeteyên dagirker jî birîndar bûn. Her wiha çekeke doçka jî hat îmhakirin. Ji ser cenazeyên dijmin 2 çente, telefonek, saetek û her wiha belgeyên dagirkeran hatin desteserkirin.”