HRE: 4 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê diyar kir, ku herêmên Bab û Cindirêsê di çalakiyên sabotajê de yên li dijî komên çete yên dewleta Tirk 4 dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di 23 û 25'ê Çileyê de çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê, di 23'ê Çileyê de li gundê Til Battal ê ser bi bajarokê Raî yê herêma Babê di çalakiya dijî çeteyên polîsên leşkerî de 2 çete hatin kuştin.

Her wiha hate ragihandin ku di 25'ê Çileyê de li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê li dijî çeteyên Lîwa Semerkandê çalakiyeke sabotajê hate kirin û di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

HRE'yê diyar kir ku êrişên dewqleta Tirk a dagirker dewam dikin û ragihand, "Tevî vê yekê artêşa dagirker û komên wê yên çete rojên dawî bi obus û hawanan bênavber bombeyan li herêmên Efrîn û Şehbayê dibarînin. Ji ber bombardûmanê xisara madî li herêmê bû. Her wiha liv û tevgera balafirên keşfê jî li herêmê dewam dike."