HPG: Yek jê kontra 4 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de bi qasî ku hate tespîtkirin yek jê kontra 4 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de,

Di 5’ê Hezîranê de saet di 09.20’an de li Girê Sîser ê qada Geliyê Pisaxa ya Heftanînê 2 caran bi sabotajê li dagirkeran hatiye xistin. Berê wesayîtek bûye hedef û piştre jî kontrayê bi navê Şahîn ê di wesayîtê de hatiye cezakirin. Piştre dîsa wesayîteke ku kontra tê bû bûye hedef û hin kontrayên din jî birîndar bûne.

Di 5’ê Hezîranê de saet di 19.30’an de hêzên me li Girê Koordîne ya Metînayê xwe bera nav dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de çepera ku 3 dagirker tê de bûn, bûye hedefa hêzên me. Li vir 3 dagirker hatine cezakirin û çeper jî hatiye îmhakirin. Piştre li çepereke din hatiye xistin. Piştî çalakiyê dagirkeran saet di 21.00’an de miriyên xwe bi helîkopteran ji qadê derxistine.

Di 6’ê Hezîranê de saet di 08.45’an de li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya Metînayê li dagirkeran hatiye xistin. Di vê çalakiyê de li çepera dagirkeran hatiye xistin û hejmara dagirkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

GUND TÊN BOMBERDÛMANKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker bi hawan, helîkopter û balefirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê û derdora gundên li Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike.

Di 5’ê Hezîranê de saet di 15.50’an de balefirên şer Girê Çarçel û Qada Zendûra ya Metînayê bomberdûman kiriye.

Di 5’ê Hezîranê de saet di navbera 16.00 û 17.00’an de bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatine avêtin bejahiya gundên Gola û Hirorê yê Kanî Masî ya Amêdiyê hatiye bomberdûmankirin. Di van bomberdûmanan de xisar gihiştiye bax û baxçeyên gundiyan û agir bi qadê ketiye. Ev şewat hê jî didome.

Di 5’ê Hezîranê de saet di 08.40’an de qada Werxelê ya Avaşînê 3 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 5’ê Hezîranê de saet di 14.40’an de Qada Girê Sor a Avaşînê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 5’ê Hezîranê de saet di navbera 23.30 û 00.50’an de helîkopter li ser qadên Mam Reşo, Mervanos û Şûkê ya Avaşînê geriyaye.

Di 5’ê Hezîranê de saet di navbera 23.30 û 00.00’n a de helîkopterên şer Qela Bêdewê ya Zapê bomberdûman kirine.

Di 5’ê Hezîranê de saet di 09.30’an de qada Cîloya Biçûk a li Zapê 3 caran bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”